Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Tîma Futbolê ya Iraqê kir

2023-01-25T07:20:36.000000Z
Gotar
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemê 24.01.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Tîma Fûtbolê a Iraqê kir.

Di civînê de ku, Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parêzgarên Hewlêrê û yê Basrayê, Serokê Yekîtiya Futbola Iraqê û hejmarek ji berpirsan amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta serkaftina wê di Kûpaya Kendavê a 25 ê da ku heftiya borî li Basrayê hatibû saz kirin, careke din pîrozbahiyê li Tîma Fûtbolê ya Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi serdana Tîma Futbolê a Iraqê bo Herêma Kurdistanê nîşan da, bixêrhatina wan kir û îşaret bi wê yekê kir ku serkeftina tîma Futbolê ya Iraqê di Kûpaya Kendavê da serkeftina hemû welat e û dilê hemû Iraqiyan li serta serî welat xweş kir û her bi vê helkeftê li hemû bajarên Iraqê welatiyan kêfxweşiya xwe nîşan da.

Serok Nêçîrvan Barzanî herwesa balkişand li ser wê yekê ku ev serkeftin ji bo Iraq û Iraqiyan girîng bû, ji ber ku hemû Iraqî li dora serkeftinê lihev civandin û peyamek bi hemû cîhanê da ku Iraq vegeriya ve û rawestiya ve û hêviya berdewamiya serkeftinê ji bo tîma Futbolê ya Iraqê xwest û piştevaniya xwe jî nîşan da, spasiya birêz parêzgarê Basra û amadekaran û hêzên emnî û hemû ew aliyên di amadekirin û serkeftina qaremaniyê da rol lîstine.

Ji aliyê xwe ve Serokê Yekîtiya Futbolê ya Iraqê, parêzgarê Basra, rahêner, lîstikvan û endamên tîma Futbolê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kirin ji bo amadebûna wî di maça dawî ya qaremaniyê da û piştgiriya wî ji bo Tîma Fûtbolê ya Iraqê diyar kir û kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da.