Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Nû yê Îmaratê kir.

2025-11-24T13:32:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Piştî nîvroya îro Duşemê, 24ê Mijdara 2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel birêz Ehmed Hesen El-Şehhî, Konsulê Giştî yê nû yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê, ligel pîrozbahiya destbikarbûnê, ji bo serkeftina erkê wî her cure piştgiriyê jê re nîşan da.


Herdu aliyan pesnê asta peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê dan û xwesteka xwe ya dualî ji bo zêdetir pêşxistina hemû warên hevkariya hevbeş dûpat kirin. Her wiha di vê derbarê de, behsa derfetên kar û veberhênanên Îmaratî li Herêma Kurdistanê kirin.


Hilbijartinên Encûmena Nûneran û rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, mijareke din a hevdîtinê bû.