Îro Yekşem, 29.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Ehmed Ebûlgeyt, Sekreterê Giştî yê Komkara Welatên Erebî wergirt.
Di peywendiyê de, birêz Ehmed Ebûlgeyt êrîşa dronê ya ku doh li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê hatibû kirin, bi tundî şermezar kir, herwiha piştevaniya Komkara Welatên Erebî ji bo parastina asayîş û ewlehiya Herêma Kurdistan û Iraqê dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya birêz Ehmed Ebûlgeyt û helwesta Komkara Welatên Erebî kir ji bo piştevaniya wan a berdewam li Iraq û Herêma Kurdistanê.
Pêşhatên dawî yên rewşa herêmê û encamên şer, mijareke din a peywendiya telefoniyê bû.