Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Piralîtiya olî û çandî, hêz û aramî û cihê şanaziya me ye

2025-04-23T12:54:00.000000Z
Nûçe Gotar

Sibehiya îro çarşem 23/4/2025, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî di merasîma Duaya Niştimanî de kir ku bi amadebûna birêzan Serok Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmareke berçav ji berpirsên payebilind û kesayetiyên olî û mêvanan ji Herêma Kurdistanê û Iraqê û Amerîka û Ewropa û welatên din ên cîhanê, herwiha dîplomatkar û nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê, merasîma Duaya Niştimanî bi navnîşana "Ber bi yekbûnê di baweriyê de" birêve çû.

Di merasîmê de Serok Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir, ev jî deqa wê ye:

Cenabê Serok Barzanî,
Birêzan kesayetiyên olî ji hemû olan,
Amadebûyên birêz,
Mêvanên hêja ji her ku hatibin,

Roja we baş û hemû alî bi xêr hatin,

Hemû bi xêr hatin bo Hewlêrê, bi xêr hatin bo Kurdistanê, bo axa aştî û pêkvejiyanê. Gelek kêfxweş im ku em di merasîma Roja Duaya Niştimanî de pêkve ne ku cara yekem e li Kurdistanê birêve diçe û ev rêjeya mezin a ji serokên olî û kesayetiyên fikrî ji ol û çandên cuda, beşdarî vê merasîmê dikin.

Her ji vir, dubare bi germî û ji dil, pîrozbahiya cejna qiyametê (Easter) li tevahiya welatiyên mesîhî yên me li Herêma Kurdistanê û Iraqê û li hemû cîhana mesîhiyetê bi giştî dikim. Hêvîdar im cejneke aram û rehet, derbas bikin.

Îro jî ev destpêşxeriyeke girîng e ku bi dîtina Herêma Kurdistanê re ji bo çespandina çanda pêkvejiyanê û têgihiştinê diguncê, dûr ji alozî û dabeşbûnê jî, zemîneyeke giştgîr ji bo danûstandina ruhî û mirovî, di navbera gelan de, pêk tîne.

Piralîtiya olî û çandî li Kurdistanê, tu caran bargiranî nebûye, belkî kaniya hêz û aramiyê û hertim cihê şanaziya me bûye. Di dirêjahiya salan de, Herêma Kurdistanê selimandiye ku nimûneyeke rastîn e di rêzgirtina piralîtiyê û parastina azadiyên olî û çêkirina hawîrdoreke aram ji bo hemû pêkhateyên cuda çi ji her ol û neteweyekê bin li Herêma Kurdistanê.

Wek vê sibehiyê me guh da axaftinên birêz Mele Ebdullah Weysî, Serokê Yekîtiya Zanayên Olê Îslamê li Kurdistanê bû ku behs kir, nimûneya herî zindî ya çanda piralîtî û pêkvejiyanê û lêborînê li Kurdistanê, ew bû dema ku 2014an welatiyên êzidî û mesîhî yên me li ser destê terorîstên DAIŞê rûbirûyê jenosîdê bûn, li Behdînan bi taybetî û li gelek cihên din ên Kurdistanê jî, deriyê mizgeft û dibistanan ji bo awarebûyan vekirin û hemû alîkarî û hevkarî ji wan re hat pêşkêşkirin.

Dema ku destpêka du hezaran, mixabin pêlên tundûtijiyê li dijî welatiyên mesîhî û xelkê sunnî li cihên din ên Iraqê dest pê kir, ew hatin li Herêma Kurdistanê bicih bûn. Li vir li Herêma Kurdistanê, li dergûşa lêborînê û pêkvejiyanê, pêşwazî li wan hat kirin û hatin hewandin.

Hemû ev tişt li ser fermana rasterast a Cenabê Serok Mesûd Barzanî hatin encamdan. Wisa lê hat ku Herêma Kurdistanê pêşwaziya zêdetirî du milyon aware û penaberan kir. Rêjeya rûniştvanên Herêma Kurdistanê zêdetir ji 33% zêde bû. Niha jî nêzîkî yek milyon aware û penaberan hene.

Bi xweşbextî ne hingê û ne niha tu pirsgirêk û bûyerên ewlehî û civakî rû nedane. Niha jî yên ku vegeriyane cihê xwe, bîranînên wan yên xweş li Herêma Kurdistanê hene û berdewam bi seredan têne vir.

Baweriya me ew e ku bihêzkirina aştiyê ji baweriya kûr a bi nirxên mirov û bi rêzgirtina li rûmeta mirovahiyê bêyî cudahî, tê. Ev nirxane wê demê temam cihgîr dibin ku di siyasetên giştî, perwerde, dadwerî û hevkariya di navbera ol û çandan de, piştgiriya wan hebe û bi bawer pê kar bê kirin. Em jî li Herêma Kurdistanê, bi ciddî û bê rawestiyan, kar ji bo wan dikin.

Ezmûn û dîrokê selimandiye: danûstandina rastgo, çêtirîn rê ye ji bo çareserkirina nakokiyan û bihêzkirina baweriyê di navbera xelkê de. Ji vir, em vê çalakiya ku îro li Hewlêrê tê encamdan, wek gaveke ciddî dizanin ber bi çespandina zêdetir a çanda têgihiştinê û rêzgirtina li hev, herwiha peyamek e ji Kurdistanê ve, ji Hewlêrê ve bo cîhanê ku dibêje: Piralîtî gef nîne, belkî çavkaniya dewlemendiyê ye û civak dikarin bi aramî û bi rûmet, pêkve bijîn dema ku li ser bawerî û vekirîbûnê, têne avakirin.

Her di vê derfetê de, careke din em hevxemiya kûr a xwe ji bo koça dawî ya Qedaseta Papa Francis derdibirin ku nimûnyê sadeyî û vekirîbûna rastîn bû. Em hemû dua ji bo wî dikin û Xwedayê mezin canê wî şad bike.

Qedaseta wî, bi serdanekê ji bo Herêma Kurdistanê di sala 2021ê de, em serbilind kirin. Ew serdan wek bûyereke dîrokî di bîranîna hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê û Iraqê de bêyî cudahî dimîne û her dem cihê şanaziya me dibe. Mîrata wî, wek çirayekê ji bo aştî û lêborînê berdewam di nav me de û li hemû cîhanê, dê amade be.

Em hêvîdar in ev roj bibe kevneşopiyeke salane ku çanda guhdarîkirinê û lêborînê û hevqebûlkirinê û pêkvejiyana aştiyane bihêz bike û hevkar û beşdar be di firehkirina pirên baweriyê di navbera civakê de, herwiha bibe dengê hemû wan kesên ku bawerî bi aştiyê hene wek hevparî û berpirsiyarî.

Gelek spasiya hemû wan kes û aliyanan dikim ku beşdarî di rêkxistina vê çalakiyê de kirin. Spas ji bo hemû wan beşdar û birêzan ku ji hundirê welat û ji derveyî Kurdistanê ve hatine. Piştgirî û beşdariya wan, girîngiya vê peyamê derdixe û hêviyê dide me ji bo pêşerojeke aram û dadweranetir, herwiha li Herêma Kurdistanê zêdetir me han dide û Kurdistan hertim wek niştimanê piralîtiyê, pêkvejiyanê, hevqebûlkirinê, lêborînê, têgihiştinê û aştiyê dimîne.

Hemû alî bi xêr hatin bo Hewlêrê,
Bi xêr hatin bo Kurdistanê,
Gelek spas ji bo amadebûna we.

Hêviya rojeke xweş ji bo we dixwazim,
Dîsan bi xêr hatin,
Gelek spas.