Piştî nîvroya îro înî, 15.05.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mîroslav Vaçovskî, Balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî ligel pîrozkirina destbikarbûna wî wek Balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya temamî ya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî de dubare kir.
Di hevdîtinê de, birêz Vaçovskî kêfxweşiya xwe ji destbikarbûna xwe li Iraqê anî ziman û rola Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê di parastina Mesîhiyan û pêşxistina çanda hevrejiyanê û lêborînî û hevdû qebûlkirinê de kir.
Herwiha dubare kir ku Vatîkan bi girîngiyê ve li aramî û pêşveçûna Herêma Kurdistanê dinêre. Serok Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve tekez kir ku Herêma Kurdistanê wek her car dê landika pêkvejiyana aştiyane ya ol û pêkhateyên cuda bimîne.
Di beşeke din a hevdîtinê de her du aliyan li ser rewşa siyasî ya Iraq û herêmê û girîngiya pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Vatîkanê re danûstandina bîr û ramanan kirin.