2024-05-12T11:55:25.000000Z
Bîrhatina (31) saliya avakirina Bingeha Laliş ya Rewşenbîrî li tevaya xûşk û birayên Êzdî pîroz dikim. Bi rêz û hurmet kar, xizmet û berhemên Bingeha Lalişê dinirxînim. Hêviya pêşveçûn û serkeftina berdewam ji bo wan dixwazim û wek hertim dê her piştevanê wan bim da ew jî wek kaniyeka zelal ya ku diherike di rûbarê rewşenbîriya Kurdî da, ji bo xizmetê berdewam be.
Ez, bi vê helkeftê, careke din hemû xûşk û bira û civaka me ya Êzdî piştrast dikim ku berdewam dê piştevanê maf û daxwazên wan bim û hindî Êzdiyeke revandî mabe, karê me yê rizgarkirina wan dê berdewam be. Li ser astê Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê jî, çi ji destê me were, em dê bi her awayî xizmeta Êzdiyan bikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.05.2024