Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Bingehê Laliş dike

2025-05-12T07:16:00.000000Z
Nûçe

Salvegera (32)ê ya avakirina Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî, bi germî li hemû xuşk û birayên Êzidî pîroz dikim. Kar û xizmet û berhemên Bingehê Laliş, bi rêz û pêzanîn dinirxînim. Destxweşiyê li tîma rêveber û hemû karmendên Bingehî dikim. Hêviya serkeftina berdewam ji wan re dixwazim.

Di vê bîrhatinê de dîsa hemû piştgiriya xwe ji bo kar û çalakiyên Bingehê Laliş tekez dikim. Wek hertim ez ê harîkar bim da ku ew berdewam be û wek kaniyeke zelal ku dihurrte di rûbarê rewşenbîriya Kurdî de, xizmeteke baştir a rewşenbîriya Kurdî û bi taybetî Êzidiyatiyê bike.

Her di vê helkeftinê de xuşk û birayên xwe yên Êzidî û hemû pêkhateyên Kurdistanê ji her ol û neteweyekê bin, piştrast dikim ku her dem ez ê piştgir û parêzvanê mafên wan bim û Kurdistan ji me hemûyan re dê her bimîne welatê pirengî û hevqebûlkirinê û pêkvejiyana aştiyane.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2025/5/12