Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li birêzan Helbûsî û Mendelawî kir

2022-09-28T21:40:07.000000Z
Nûçe
Bîrêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 28.09.2022ê, di du peywendiyên telefonî yên cûda de, pîrozbahiyê li Mihemed Helbûsî Serokê Parlemetoya Iraqê bi helkefta bidestxistina baweriya Parlemetoyê û birêz Muhsin Mendelawî bi helkefta hilbijartina wî ya ji bo postê Cîgirê Yekemê Serokê Parlementoya Iraqê kir ku di civîna îro ya Parlementoya Iraqê da birêveçû.

Serok Nêçîrvan Barzanî, herwesa, hêviya serkeftinê ji bo Helbûsî û Mendelawî di kar û erkên Parlementoya Iraqê da xwest û tekez li ser parastina aramiyê û pêwîstiya welat ya bi hemahengiyê û derbaskirina gef û dijwariyên li pêşiya proseya siyasiya li welat bi rêya diyalog û li hev têgihiştinê kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Mihemed Helbûsî û Muhsin Mendelawî xweşhaliya xwe ji bo pêwendî û pîrozbahiyên Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan dan.