
2025-08-02T06:43:00.000000Z
Cejna Çilê Havînê bi germî û ji dil li hemû hevwelatî yêt me yêt Êzdî li Kurdistanê û Iraqê û li her dera cîhanê bin pîroz dikem, hêviya cejneka aram û tena bo wan hemûyan dixwazim.
Dîsa hemû xûşk û birayêt xo yêt Êzdî piştrast dikem ku wekî hergav dê piştevan û parêzerêt mafêt wan bîn û Kurdistan dê her mînît welatê pêkvejiyanê bo hemû pêkhatêt xo.
Cejna hemûyan pîroz bît, her sal bi xêr û xoşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02.08.2025