Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Êzdiyan kir

2022-10-06T07:15:14.000000Z
Peyam û Peywandî
Cejna Cemayê li hemû xuşk û birayên Êzdî yên li Kurdistanê û li her dereka cîhanê bin bi germî pîroz dikim. Hêvîdarim cejneka xweş û aram derbas bikin û cejn û bîrhatinên bên di rewşeka baştir da pîroz bikin.

Di demekî da ku Cejna Cemayê tê pîroz kirin, dilê me li cem wan malbat û xûşk û birayên me yên Êzdîne ku heta niha kesukarên wan revandîne û em wan dilrehet dikin ku heta revandiyek Êzdî ma, dê ji bo rizgarkirina wan û diyarkirina çarenivîsê wan xebatên me dê berdewam bin.

Cema li hemûyan pîroz be. Her sal bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.10.2022