Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Êzidiyan dike

2025-04-16T06:52:00.000000Z
Peyamên pîrozkirinê

Cejina sersala Êzdiyan, li‌ tevaya hevwelatiyên me yên Êzidî li Kurdistanê û li her dera cîhanê bin, bi germî û ji dil pîroz dikim, hêvîdar im cejineke aram û tena derbas bikin û hersal hemû cejin û helkeftên wan û hemû Kurdistaniyan, bi xêr û xweşî vegerrin.

Di vê cejinê de careke din em hemû xuşk û birayên Êzidî piştrast dikin ku wek hertm dê pşitevan û parêzvanên maf û daxwazên rewa yên wan û hemû pêkhateyên Kurdistanê bin. Herêma Kurdistanê ji bo hemûyan dê her bimîne welatê bihevrejiyanê û lêbûrînê û hevqebûlkirinê.

Sersala hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2025/4/16