
2025-01-14T13:45:00.000000Z
Cejna Qewiltasê bi germî û ji dil li hemû xûşk û birayên Kakeyî yên li Kurdistan, Iraq û her devereke cîhanê bin pîroz dikim. Hêvî dikim her sal bi xêr û xweşî vegere û cejneke aram û bextewer derbas bikin.
Em, bi vê helkeftê, xûşk û birayên xwe yên Kakeyî piştrast dikin ku em dê wekî her car berevaniyê ji mafên wan bikin û Herêma Kurdistanê, ji bo hemû pêkhateyan, dê welatê pêkvejiyan, lêborîn û hevdû qebûlkirinê bimîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.01.2025