2024-05-15T10:17:20.000000Z
Bi helkefta 62 saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bi germî pîrozbahiyê li Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê û tevahiya Mamostayên Kurdistanê dikim, hêviya serkeftin û pêşkeftinê ji wan ra dixwazim û erk, xebat û peyama pîroz a mamostayan di warê perwerde û pêgihandina nifşan da bi rêz û hurmet dinirxînim.
Mamoste yek ji beşekê herî girîng û bingeha pêşketina civakê ne, ez piştgiriya hemû maf û daxwazên rewa yên wan dikim û ew hêjayî jiyaneke baş û xweş, aramî û rehetiyê ne. Rola mamostayan di serdema şoreş û azadiyê da û dilsozî û berxwedaniya wan di rojên dijwar da ji bona ku, proseya xwendin û perwedeyê neraweste, tu carî nayê ji bîrkirin.
Bi vê minasebetê da em hemû mamosteyên hêja yên ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyane û canê xwe feda kirine bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.05.2024