Bi helkefta hatina Cejna Noelê û ji dayikbûna Hezretî Îsa Mesîh (Silavên Xwedê li ser bin), bi germî û ji dil pîrozbahiyê li welatiyên me yên ezîz yên Xirîstiyanên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û li seranserê cîhana xiristiyan pîroz dikim. Hêvîdarim ku cejna aştî û aramiyê be, hemû bêhnvedaneke xweş derbas bikin û ji bo hemûyan saleke tijî bextewerî û serkeftin be.
Bi vê minasebetê, em hemû welatiyên xwe yên Xiristiyan piştrast dikin ku, wek her tim em dê mafên wan biparêzin û ji bo bihêzkirina nirxên me yên hevpar û kûrkirina çanda cihêrengiya olî û etnîkî, pêkvejiyan, hevpejirandin û tolerans a di nav hemû pêkhateyan da berdewam bin. Kurdistan, bi bê cudahî, dê niştimanek û maleke aram ji bo hemûyan bimîne.
Cejn li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.12.2024
Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li mesîhiyan kir
2024-12-24T15:16:00.000000Z