Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li nivîskarên Kurd kir

2025-02-10T14:38:00.000000Z
Peyam û Peywandî

Bîranîna 55 saliya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd bi germî li hemû nivîskarên Kurd pîroz dikim û hêviya berdewamiya pêşketin û serkeftinê ji wan re dixwazim. Hebûn ​​û rol û xizmeta wan a pîroz di pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî da bilind dinirxînim.

Nivîskarên Kurd ji bo parastina nasnameya netewî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanê û avakirina civakeke hişmend û pêşkeftî hertim xebat û xizmetê kiriye û êş kişandine. Di kûrkirina çand û nirxên bihevrejiyan, hevpejirandin û toleransê di nav civaka Kurdistanê da roleke girîng lîstine. Weke her car em ê alîkarî û piştgiriya wan bikin.

Ka çawa di qonaxên bihûrî da nivîskarên Kurd roleke erênî lîstine, nuha jî di rewşa îro da jî Herêma Kurdistanê û civaka Kurdistanê ji her demê bêhtir pêwîstiya wan bi xameyê nivîskaran e ku, bi berpirs û bi bîr û prensîbên baş rola xwe di yekrêzî, bihevrabûn û parastina maf û destkeftên Kurdistanê da bilîzin.

Bi vê minasebetê em silav li giyan û bîranînên wan nivîskarên ku bi hemû hêz û şiyanên xwe ve xizmeta ziman û çanda Kurdî kirine, dikin.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.02.2025