Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pesnê rola Konsolosê Giştî yê Fransayê dide

2026-07-21T11:07:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Sêşem 21/7/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erkê wî wek Konsolosê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Yann Braem kir.

Di hevdîtinê de rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê, spasî û rûmeta xwe pêşkêşî birêz Braem kir ji bo xizmet û rola wî ya berbiçav di bihêzkirina peywendiyan û dostaniya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de, herwiha hêviya serkeftinê di jiyan û erk û qonaxa dahatû ya xebata wî de jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve, birêz Braem kêfxweşî û şanaziya xwe bo kar kirina li Herêma Kurdistanê anî ziman û spasî û rûmeta xwe bo Serok Nêçîrvan Barzanî û saziyên Herêma Kurdistanê dubare kir bo wê piştevanî û hêsankariya ku di dema erkê wî de pêşkêşî wî kirine.

Têkezkirina li ser xwesteka dualî bo pêşxistina zêdetir a peywendiyan û firehkirina hevkariya hevbeş, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.