Birêz Cenabê Ayetullah Seyîd Muctaba Elî Xamineyî,
Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê
Silavên Xwedayê Mezin li we be..
Bi boneya hilbijartina we wek Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, em pîrozbahiyeke germ pêşkêşî cenabê we û gelê Komara Îslamî ya Îranê dikin. Di vê erk û berpirsiyariya nû de, hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.
Herêma Kurdistanê wek her dem xwazyarê pêşxistina peywendiyên xwe yên dîrokî û dostane ye bi Komara Îslamî ya Îranê re, bi navê berjewendiya her du gelan û pêkvejiyana aştiyane li tevahiya herêmê de.
Digel rêzên me...
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.03.2026