2023-05-31T19:34:15.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 31.05.2023ê, di peywendiyeke telefonî da pîrozbahiyê li birêz Recep Tayîp Erdogan kir bi helkefta hilbijartina wî weke Serokomarê Tirkiyê.
Serok Nêçîrvan Barzanî, herwesa, hêviya serkeftinê ji Serokomar Erdogan, gel û hikûmeta Tirkiyê ra xwest û amadeyî û daxwazeka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên digel Tirkiyê, di hemû waran da, nîşan da.
Serok Erdogan, ji aliyê xwe ve, spasiya pîrozbahî û peywendiya telefonî ya Serokê Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo zêdetir bihêzkirina peywendiyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û bi fermî Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo merasîma sondxwarinê ya li Enqerê vexwend.
Her di vê peywendiya telefonî da, her du aliyan rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.