Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li welatiyên Mesîhî kir

2024-03-30T16:58:20.000000Z
Nûçe Peyam û Peywandî
=Cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh (silavên Xwedê lê bin) bi germî li hemû hemwelatiyên mesîhî yên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim û hêviya cejneke bextewer ji bo wan dixwazim, ez hêvîdarim ku ev cejn xweşî û aramiyê bi xwe ra bîne û aştî perên xwe bi ser tevahiya cîhanê û mirovatiyê da berde.

Di vê cejna pîroz da em dûbare dikin ku Herêma Kurdistanê, weke hertim, dê welatê pirçandî, pêkvejiyan, hevpejirandin û toleransê ji bo hemû ol û neteweyan dimîne û ji bona vê armancê em li ser hewl û xebatên xwe berdewam dibin.

Werin em vê cejna pîroz bikin derfetek ji bo bihêzkirina biratî, yekrêzî û yekdengî di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê da û bi hev re bi ruhê berpirsiyariya hevbeş, erkên xwe yên li hember welat û parastina mafên xwe û kiyana destûrî ya Herêma Kurdistanê cîbicîh bikin û dest li nav dest de ji bo paşerojeke baştir ji bo nifşên bên bixebitin.

Cejna Qiyame li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.03.2024