
Birêz Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê
Silav û rêz..
Di bîranîna (50) saliya damezirandinê û Yobîla Zêrîn a Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî we yên birêz û serokatî û tevaya endam û cemawerê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê dikim, hêviya serkeftin û pêşketina berdewam a we dixwazim.
Di vê bîranînê de, em bi rêzdarî avakarê Yekîtiyê, xwedê jê razî Serok Mam Celal Talebanî û hemû wan şehîd û tekoşeran bi bîr tînin ên ku di rêzên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de, qurbanî ji bo azadiyê dane. Karwanê pênc dehan ê xebat û tekoşîna Yekîtiyê, hêjayî rêz û pêzanînê ye.
Em tekezê li amadeyî û rola girîng a Yekîtiyê di pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê de dikin. Hêvîdar in ku ev bîranîn bibe sedemeke bi hêz a xurtkirina yekrêziya niştîmanî û bihevrebûna hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê ji bo berengarbûna astengiyan, herwiha ji bo karkirina hevbeş a ji bona parastina destkeftî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û misogerkirina pêşerojeke baştir ji gelê Kurdistanê re.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.06.2025