Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Nivîskarên Kurd kir

2022-02-12T09:02:25.000000Z
Peyam û Peywandî
Birêzan li Malbenda Giştî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd

Bi helkefta pencih û duyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd ve, bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û yek bi yekê endamên yekîtiya we û hemû nivîskar û edîbên Kurdistanê dikim.

Li vê bîranîna bi rûmet de, bi rêzve li xebata zêdetirê nîv sedsaliya yekîtiya we ya sengîn û têkoşer dinêrîn. Ev rêxistina pir berhem û bi bexş ku xizmeteke ber bi çav û berdewam û bê veqetandina bi edeb û ziman û kultûra Kurdî kiriye, li qada xebatê da jî mînaka çavnetirsî û sembola rûbirûbûna sîtem û serkutkariyê û herdem li sengera gel û neteweya xwe da bûye.

Ji bo niha û paşerojê jî çavê me li Yekîtiya Nivîskarên Kurd û tevahiya nivîskar û edîbên Kurdistanê ye ku rola xwe ya çalak li pêşxistina bi giyanê xwebesteyî bi niştiman ve, mirovsazî, azadî û parastina mork û nasname û kultûra Kurd û Kurdistanê da bibînin, em jî bi hemû awayekê hevkar û pîştevanê we dibîn.

Li vê helkeftê de, wan nivîskarên şehîd bi zindîyî bi bîr tînîn ku li sengera xebat û dakokiya li azadî û mafên gel da, serê bilindê qelêmên xwe nizm nekir û bi helwestê ve giyanê xwe yê pak bexşîn. Silav û rêz ji bo malbatên wan yên serbilind. Silav li giyanê pakê wan hemû nivîskaran ku temenê xwe ji bo xizmeta peyvên Kurdî û pêşketina kultûr û çanda gelê Kurdistanê re terxan kirin.

Ev bîranîn li hemû nivîskar û edîbên Kurdistanê pîroz bê. Hêviya geşî û serkeftinê ji bo we dixwazim, her şad û serfiraz bin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

10.02.2022