Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir

2026-09-21T06:15:00.000000Z
Nûçe Peyamên pîrozkirinê

Di 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêzdar serok û endamên mekteba cîbicîkar, serkirdayetî û hemû mamoste û zanayên ola pîroz a Îslamê li Herêma Kurdistanê dikim, hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.

Dîroka xebata zanayên olî û yekîtiya wan di qonaxa xebata rizgarîxwaziyê û di serdema şoreşê de, mil bi milê pêşmerge û lawên gelê me, bi rûmet û rêzeke mezin dinirxînim. Di vê bîranîna bi rûmet de, silav û rêz ji bo giyanê pak ê şehîdên zanayên olî û hemû şehîdên riya azadiya Kurdistanê dişînim ku canê xwe bi navê niştiman de bexşîne.

Mamosteyên hêja yên olî, herdem stûna parastina nirxên mirovî û niştimanî bûne û roleke bilind dilîzin di cîgirkirina nermrewiyê, lêborînê û pêkvejiyana di navbera pêkhateyan de, herwiha di têkoşîna li dijî tundrewiyê û parastina aştiya civakî de. Her di vê bîranînê de tekez dikim ku Kurdistan wekî herdem dê wekî landika pêkvejiyana aştiyane bimîne.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/09/2026