
Îro yekşem 2025/5/18 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi vexwendineke fermî, beşdariyê di konferansa Tehranê ya ji bo gotûbêjê de kir ku navenda lêkolînên siyasî û navneteweyî ya ser bi Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê birêve dibir û bi beşdariya birêz Mesûd Pizişkiyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê û hejmarek ji berpirsiyarên payebilind ên welatan û mêhvanan birêve çû.
Di gotûbêjeke konferansê de, Serok Nêçîrvan Barzanî, bersiva çend pirsiyaran da ku ev e jî naveroka wê ye:
- Ez pir kêfxweş im, birêz Barzanî.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Spas dikim, eger Farisiya me jî baş nebe, ez lêborînê dixwazim.
- Farisiya we ji Kurdiya min çêtir e, helbet ji Kurdiya birêz Serokkomar jî.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi rastî Kurdiya birêz Serokkomar tu peyv li ser nîne. Bawer bikin, qet jê nayê xuyakirin ku ne Kurd e, me ev dît.
- Hûn piştrast bikin êdî temam e.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Belê, em piştrast dikin; birêz niha jî dema ku hat bi Kurdî axivî, mezinahiya xwe nîşan da.
- Birêz Serokkomar ê me yê çend zimanzane. Gelek spas birêz Barzanî, Serokê birêz ê Herêma Kurdistana Iraqê ji bo ku we vexwendina me qebûl kir, ez kêfxweş im ku ev derfet ji min re hat dayîn ku ez bi we re gotûbêj bikim. Kêmtir ji yek meh û nîv berê ez mêhvanê we bûm. Gelek spas ji bo hewla we ya ji bo birêvebirina vê konferansa taybetî û hêvîdar im ku ev konferans ku civîneke rewşenbîr û siyasetmedaran e, îro bi başî bê nirxandin û em bikaribin ronahiyê bixin ser hin mijaran.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Eger ez çend peyvekî bi Kurdî biaxivim. Bêguman ez pir kêfxweş im ji wê yekê ku ez di vê konferansê de beşdar dibim, spas û pêzanînên min heye ji we jî re ku we em vexwendin. Em hatin Tehranê, ez pir kêfxweş im. Ez ê hewl bidim bi Farisî biaxivim, eger Farisiya min hinekî bi pirsgirêk be, wê demê ez ê bi Kurdî biaxivim.
Em bi Farisî dest pê dikin, min behs ji wê yekê kir di xizmeta we de ku eger Farisiya min pirsgirêkek hebû, wê demê em ê bikin Kurdî.
- Hûn pir bi başî bi Farisî diaxivin.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Tenê destûrê dixwazim, tiştê ku te behs kir yek meh û nîv berê li Herêma Kurdistanê bûn, min dixwest, her niha jî min ji birêz Dr. Zerîf re got ku em ê we vexwînin.
- Birêz Barzanî, guherînên herêmê pir bilez in. Di dema ku we li Herêma Kurdistanê axaft, we balkişand li ser wê yekê ku Iraq û Herêma Kurdistanê roleke pir girîng di guherînan de heye û we behs ji wê yekê jî kir ku hûn çiqasî di warê têkiliyên bi welatên din re serkeftî bûne. Niha hûn çi rolê ji Iraqê re di paşeroja van guherînan de dibînin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Binêrin, Iraq welatekî girîng e di herêmê de û dikare di pêşeroja herêmê de roleke girîng hebe. Niha dikarim bibêjim rewşa Iraqê eger hûn balê bidinê, beramber bi çend salên bihurî re, niha mezintirîn pirsgirêkek ku dikare navê pirsgirêk lê bê danîn li Bexdayê, pirsgirêka qelebalix û trafîkê ye.
Iraq xwe amade dike ku ji qonaxekê derbasî qonaxeke din bibe. Di mijarên siyasî de eger ez bixwazim behsa tevahiya Iraqê bikim, me niha di çend rojên bihurî de civîna bilind a Komkara Erebî li Bexdayê birêve bir û bi li ber çavgirtina rewşa ku di herêmê de heye, bi dîtina me civîneke pir serkeftî bû ku hevalên me û birayên me yên Ereb ji welatên din tê de beşdar bûn.
Iraq welatek e ku di van demên dawî de pirsên şer derbas kiriye, pirsgirêk derbas kirine û dest pê dike ku pê deyne qonaxeke siyasî ya girîng ku dikare roleke bi bandor wekî welateke girîng di herêmê de bilîze.
Iraq welatek e di warê çavkaniyên xwezayî, çavkaniyên mirovî de pir dewlemend e û bi siyaseta rast û dûrbîn an xwendinê ji bo paşerojê, dikare roleke bi bandor û girîng di herêmê de bilîze.
- Hûn Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de çawa pênase dikin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Kurdistanê, bila ez bi vî awayî bibêjim, beriya ku Amerîkiyî werin nav Iraqê di sala 2003 an de, me her ew rewş hebû. Amerîkî hatin û ji me re gotin sîstema birêvebirina Iraqê ji bo sîstemeke demokratîk û federal tê guhertin û me alîkariya wan kir ji bo ku Sedam ji desthilatê bê avêtin. Pênaseya sîstemê li Iraqê, eger hûn balê bidin, pênaseyek e ku dibêje, sîstema federal li Iraqê. Mixabin, ez dixwazim wê yekê bibêjim ku heta niha em negihiştine wê cihê, yanî Iraq pir dûr e ji federalîzmê. Em bi hevalên xwe re li Bexdayê gengeşeyê li ser wê dikin. Em dibêjin, em di cografiyayekê de dijîn ku jê re tê gotin Iraq. Em divê modeleke birêvebirinê pênase bikin ku li Iraqê cihê razîbûna hemûyan be. Ew model di destûra Iraqê de hatiye pênasekirin û %80 gelê Iraqê dengê xwe dane wê destûrê. Em li Herêma Kurdistanê pêşeroja xwe di wê çarçoveyê de dibînin û em piştrast in ku eger ew bixwazin destûrê bicih bikin, Iraq dikare piraniya pirsgirêkên niha yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çareser bike.
Ez dixwazim ji we re bibêjim, rastî ew e, naxwazim wek gilî bibêjim, lê rastî ew e ku tevgera Bexdayê bi Herêma Kurdistanê re bi tu awayî di çarçoveya federalîzmê de nîne. Helbet min li Bexdayê ji hevalên xwe re gotiye ku pirsgirêk ew e dema ku hûn jî çav li Herêmê dikin, wisa difikirîn ku em pir zêdetirî fedralîzmê ne. Birêz Adil Ebdulmehdî bi xwe ku li niha vir in û wê demê Serokwezîr bû, me ew gengeşe bi hev re kiribû; min gotibû hûn dema ku çav li Herêma Kurdistanê dikin, wisa difikirin ku em zêdetir ji destûrê desthilatê didin xwe. Em divê bi hev re bê perde rûnin û bizanin di kîjan xalê de em dikarin bigihîjin hev; wê wek bingeha Iraqa nû deynin û dikare bê bicihkirin jî, ne dûr e ji bicihkirinê. Niha deme û ez dibêjim hemû ew pirsgirêkên ku li Iraqê hebûn, dest pê dikin hêdî hêdî têne çareserkirin. Iraq yekem kar ku divê ji bo aramgiriya siyasî bike, divê pirsa federal bi Kurdistanê re %100 çareser bike.
- Rola Herêma Kurdistanê di pêşvebirina têkiliyên Iraq û Îranê de çi ye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Em li Herêmê têkiliyên me bi Îranê re têkiliyên dîrokî ne; têkiliyên dîrokî, çandî, zimanî, hemû ew tişt hene û em nêzîkî hev in. Eger hûn li warê aborî binêrin, nêzîkî %60 wê danûstandina bazirganî ya Komara Îslamî ya Îranê bi Iraqê re heye, di rêya Herêma Kurdistanê re diçe Iraqê, yanî em di warê aborî de têkiliyeke pir baş bi hev re hene. Em dibînin ku asta wan têkiliyan roj bi roj çêtir dibin. Wekî mînak, me di hefteya bê de rûniştineke din heye ku parêzgarên Herêma Kurdistanê û parêzgarên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi hev re rûdinin û geşteke wan jî heye bo Tehranê, dibe ku Serokkomar jî bibînin.
Ew têkiliyên çandî û dîrokî yên bi Îranê re me hene, her dem wek cîranekî em li wê mijarê dinêrin, di her demekê de ku em rastî pirsgirêkekê hatine, Îranê alîkariya me kiriye. Wek cara yekem eger em behsa pirsa Helebceyê bikin; piştî Helebceyê û koçberiya çendîn salî; di şerê DAIŞê de Îran di nav wan welatan de bû, di rastiyê de yekem welat bû di şerê DAIŞê de alîkariya me da û Xwedê jê razî be, birêz Serdar Silêmanî di nav yên yekem de bû ku her di wê şevê de ku pir pirsgirêk çêbûn hate Hewlêrê. Me li her derê ev tişt gotiye û bi eşkereyî me ev behs kiriye.
Ew têkiliya me têkiliyeke baş e di hemû waran de û min di xizmeta we de digot ku piştî serdana birêz Serokkomar Pizişkiyan ya Bexdayê ku paşê hatin Hewlêrê jî, em niha di hemû waran de pêşxistina wan têkiliyan dibînin; di warê siyasî, çandî, zanîngehê û bazirganî. Me pêşketinên baş di têkiliyan de, di hemû waran de bi dest xistin.
- Te behsa serdana Serokkomar Pizişkiyan ya Bexda û Hewlêrê kir, wisa dixuye ku ew serdan rûpeleke nû di têkiliyan de vekiribe?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bêguman. Binêrin, bi her hal, me bilindî û nizmî di têkiliyên xwe de hebûye. Min di wê serdanê de ku min ji bo Tehranê hebû, helbet beriya ku birêz Pizişkiyan bibe Serokkomar, ez çûm xizmeta rehmetî birêz Reîsî ku Serokkomar bû. Her wiha ez çûm xizmeta cenabê Rêberê Bilind ê Îranê û me mijar pir bi zelal behs kirin. Ew guherîna ku di têkiliyan de çêbû, piştî lutf û hevdîtina Rêberê Komara Îslamî bi min re bû ku bû xala bihêz a têkiliyên me.
Birêz Dr. Pizişkiyan got, di yekem serdanê de tê Iraqê; min got bêguman em ê we vexwînin ku hûn werin Hewlêrê. Birêz berê hatibû Hewlêrê, lê dema ku mamoste an Serokê Zanîngeha Tebrîzê bû. Birêz Serokkomar wê demê zanyariyek li ser Hewlêrê hebû, nizanim hûn bi wî re bûn an na?
- Na.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Li wir nebûyî, lê birayên me li wir bûn, dema ku birêz Serokkomar hat Bexdayê û Hewlêrê, li Hewlêrê bi Kurdiyekê axivî, bi zimanê Kurdî wisa diaxivî ku hemûyan serê wan hejiya.
- Min ew dîtiye.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Te dît êdî? Wî daxwaz ji min jî kir ku ez bi Farisî biaxivim ku bi dîtina min Serokkomar jî hinekî serê wî hejiya ku Farisiya min baş e. Bi dîtina min, serdana birêz Serokkomar her bi wî awayî ku min behs kir, piştî serdana me, bi kiryarî em dibînin ku bandor hebû û di hemû mijar û astan de têkilî ber bi pêş ve diçin. Her ew pirsa aborî û rûniştin ku biryar e di demeke nêzîk de li Sineyê bê lidarxistin bi xwe yek ji destkeftên girîng ên serdana birêz Serokkomar bûn.
Temaşe bike, birêz Serokkomar bawerî bi wê tiştê heye ku dibêje, baweriya tevahî pê heye û got, divê em di herêmê de alîkariya hev bikin, divê em bi hev re bin. Em wê yekê li cem birêz dibînin, yanî em dibînin ku piştî ku wî wek Serokkomar ew post wergirt, têkiliyên wan bi tevahiya Iraqê re bi taybetî bi Herêma Kurdistanê re berdewam ber bi pêş ve diçin, wekî mînak, her di wan hevdîtinên me hebûn piştî serdana birêz, mijara ziyaretvanên Îranî ku di rêya Kurdistanê re diçin Necef û Kerbelayê, niha pir rêkûpêktir bûye û me mekanîzmek jê re pênase kiriye. Piştî ku birêz Serokkomar ferman derxist, niha em dibînin ku li tevahiya wan mijaran ber bi pêş ve diçin.
- Ew guherînên ku di derbarê PKKê pêktên, gelo dikare destpêkek be ji bo dawî anîna bi wan pevçûnên dûr û dirêj? Hûn dizanin ku Komara Îslamî ya Îranê jî têbîniyên xwe yên emnî di raboriyê de hebûne û rûbirûyê wan gef û êrîşan bûye ku hûrik-mûrikên wan me gihandiye xizmeta we. Wisa dixuye ku piştî serdana birêz Pizişkiyan me di wî warî de jî destkeftên baş hebûne.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Binêre, di warê emnî de bila ez vê bibêjim, paşê em dikarin di derbarê PKKê jî biaxivin. Di warê emnî de me pêşketinên baş hene. Me mekanîzmek diyar kir ku Bexda û Hewlêr û Komara Îslamî bi hev re tê de kar dikin. Bi her hal, mijarek bi ciddî ji me re pir girîng e; em destûrê nadin ku Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya metirsiyê ji cîranan re, bi taybetî ji Komara Îslamî re. Ev yek ji prensîpan e ku em li Kurdistana Iraqê pê pêdagir in û bi alîkariya Iraqê em wî mekanîzmê ku me pênase kiriye û komîteya sê alî berdewam civînên wan hene bi kêfxweşî. Îca ez duh êvarê hin rûniştinên min jî hebûn li Tehranê, em hemû vê yekê dizanin ku heta niha di warê emnî de qonaxên baş derbas kirine û em dubare dikin ku axa Herêma Kurdistanê çavkaniya metirsiyê nîne ji Komara Îslamî ya Îranê re û nabe jî.
- Peyameke pir zelal e. Lê di derbarê PKK ê?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Di derbarê PKK ê de belê, pêvajoyek dest pê kiriye li Tirkiyê. Bi dîtina me, bi her hal, pirsa Kurd nabe ku di rêya şer û xwînrijandinê de bê çareserkirin. Ew rola ku em li Kurdistana Iraqê dilîzin ew e ku em alîkar bin, em destêwerdanê nakin, ne di karûbarên navxweyî yên Tirkiyê de û ne di karûbarên navxweyî yên tu welatên din de, lê eger em bikaribin di çarçoveya wê mijarê de bûne alîkariyê ji Tirkiyê re, me ew amadehî heye.
Ew pêvajo li Tirkiyê dest pê kiriye û ciddî ye, ku ji aliyekî ve PKK heye, ji aliyekî din ve HDP, ji aliyekî din ve jî birêz Ocalan. Ev her sê, stûnên sereke yên wê pêvajoyê ne ku niha pê mijûl in û me ragihandiye ku her alîkariyeke ji aliyê me ve pêwîst be, em amade ne ku rola xwe bilîzin; rolek ku bi hêviya xwedê ew pirsgirêka PKK ê û pirsgirêkên li Tirkiyê çareser bike, ji ber ku ew pirsgirêk bi operasyonên leşkerî çareser nabe.
- Tu destûrê didî min ku ez pirsiyareke cuda ji siyasetê bipirsim? Dema ku hûn tên Îranê, çi zêdetir bala we dikişîne? Bêyî zimanê Farisî û bîreweriyên hevpar.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Her ew bîreweriyên ku te behs kirin. Binêre, Îran welatek bûye ku me qebûl kiriye wek penaber dema ku em hatin; di rastiyê de em ne penaber bûn, wan em wek welatiyên xwe qebûl kirin, heta em ne mêhvan jî bûn, em xwediyê malê bûn. Ew bîreweriyên me bi Îranê re hene bi awayekî ne ku dimînin. Di heman demê de dema ku ez têm bo Îranê, ew cihê ku ez her car dixwazim bibînim, Ezîmiyeya Kerecê ye. Me ji hevalên xwe re jî gotiye ku bernameyeke wisa hebe; hevpariyên me yên pir hene bi hev re, her tim ev welat em wek mala xwe dibînin.
- Gelek spas. Ez dikarim şahidiya wê bidim ku hûn yek ji endazyarên têkiliyên pir bihêz ên van her du welatan in. Gelek spas ku we beşdariyê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Gelek spas.




