
Berî nîvro ya îro şemî 22.02.2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li bajarê Bexdayê beşdariya Konferansa Guftûgoya Navdewletiya Bexdayê kir ku her yek ji rêzdaran Mihemed Şiya El Sûdanî Serok Wezîrê Iraqê û Mihemed El Hessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û hejmarek ji berpirsên bilindên Iraqê û balyoz û dîplomatkarên welatên biyanî têda amade bûn.
Di konferansê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê gotarê ye:
Cenabê Serok Wezîr Mihemed Şiya Sûdanî!
Amadebûyên rêzdar!
Silavên xwedê li we bin..
Xweşhalim beşdariya konferansa heftemîn ya Guftûgoya Navdewletiya Bexdayê dikim. Ev konferans nêrîna Iraqê ya ji bo vekirinê û hevdû temam kirina herêmî, her wiha pêdagiriya Iraqê bi karên hevbeş ya aramî û geşepêdanê de berdewam derdixe.
Rêzdaran!
Iraq û navçe bi qonaxeke guhertina stratejiya kûr da derbas dibe ku pêwîstî bi hevkarî û hevbeşiyê heye, neku gengeşe û aloziyên zêdetir. Li vê nêrînê ve, projeya rêya geşepêdanê, ji bo avakirina Iraqeke aramtir û geştir, li ser bingeha aborî ya cûr bi cûr, vekirina herêmî û hevdû temam kirina bi welatên hevsû û cîran de, wekî destpêşxerî û hengaveke dîrokî dibe.
Em li Herêma Kurdistanê, herdem baweriya me wiha bûye ku aramiya siyasî û aborî ya hemû Iraqê, berjewendiyeke niştimaniya hevbeşe û geşepêdana rastîn pêknayê, eger li navbera Bexda û Hewlêrê, her wiha li navbera Iraq û dewruber da û li welatên navçeyê û cîhanê de, hevdû temam kirin nebê.
Li vê nêrînê ve, ji bo vê projeya mezin em piştgîriya xwe ya tevahî dûpat dikîn û bi hêvî ne ku ji Zaxo ve heta Faw bibe mînakek ji bo hevkariyeke binyatnerane ya di navbera hemû navçe û pêkhatên welat de, her wiha Iraq û hevbeşên herêmî û navdewletiyan de.
Iraq bi pêgeha cografî, stratejiyê û samanên dewlemendên xwezayî û mirovî de, derfeteke mezin heye bibê navendeke aborî ya çalak û mezin ya li navçeyê da. Her wiha bibe pireke girîng ya girêdana Kendav û Ewrûpa û Rojhilat û Rojava de, lê belê serkeftin li vir da, pêwîstî bi hebûna çend bingeheke serekî heye ku ew jî:
- Çarçêweyeke têr û tije ya yasayî û aboriya berdewam ku herdem hana veberhênana navxweyî û derekî bide û bingeheke hander û balkêş jî ji bo veberhênanê birexsêne.
- Guftûgoyeke siyasî ya berpirsiyaraneya aliyên sîyasî û pêkhatên Iraqê, li ser bingeha hevbeşiya rastîn û hevtêgihiştin û rêkeftina ji bo çareserkirina kêşeyên welat de, bi rûh û nêrîneke niştimaniyane, her wiha bihêzkirina saziyên destûrî û pejirandina tevahiya sîstema federalî de pêkbîne.
- Stratejiyeke emnî ya bihêz, heta ku aramiyeke berdewam mîsoger bike ku cihê piştrastî û baweriya veberhêneran be û bikarê projeyên mezin li warên cûdayên jêrxan û bingehînên li hemû kertan da bi cîh bike.
Her wiha gelek girîng û pêwîste projeya rêya geşepêdanê bibe projeyeke niştimaniya Iraqî ku hemû navçe û cîh û pêkhatên Iraqê bi hev re bibestê. Bi bê cûdahî bibe komkerê hemûyan. Mînaka hevbeşiya rastîn ya Iraqiyan be, ji her netewe û ol û mezhebek û li her cîheke welat bin, bibe sedema geşepêdana aboriya tevahiya Iraqê.
Fireh rengî ya civaka Iraqê, hêz û dewlemendiye. Iraq dikarê vê projeyê bike derfetek ji bo derbaskirina hemû cûdahiyeke neteweyî, olî û mezhebî, bike hêzeke mezin ya hemû Iraqê ku pêgeha welat li rûyê aborî û siyasî û stratejiyê ve bihêz bike. Her wiha ji bo hemû Iraqiyan hengaveke diruste ber bi avakirina dahatûyeke geştir.
Ji bo wê yekê piştgîriya me li Herêma Kurdistanê ji bo vê projeyê, tenê bi nêrîna aborî de nîne, belkû li nêrîna stratejiyê de ye. Ji ber ku ji aliyê me ve hengaveke ber bi bihêzkirina çemkê (Iraq wekî dewleteke çalak) li asayîş û aramiya navxweyî û navçeyî û hêzeke aborî ya bi bandor ya li Rojhilata Navîn da, her wiha dikarê li paşerojê de bibe yek ji hêzên aboriyên cîhanê jî.
Amadebûyên rêzdar!..
Pêşeroj û rabirdûya Iraqê em fêr kirin ku geşbûn û pêşketin li jîngeheke aram da pêktê. Aramiya Iraqê, ji aramiya navçeyê nayê cûda kirin. Ji bo wê yekê divê muamele û nêrîna me ya ji bo guhertinên jeosiyasî, li ser bingeha hevsengî, nermî, hevkarî û berjewendiya hevbeş be.
Ji bo wê yekê tekez li ser girîngiya berdewam ya rêbaza dîplomasiya çalak dikin ku Hikûmeta Iraqê ji bo bihêzkirina peywendiyên xwe peyrew dike. Her ji vir ve bi pêwîstî dizanim ji bo wan hewl û hengavên wî yên bi vê navê da dûbare destxweşiyê li cenabê Serok Wezîr Sûdanî bikim. Eve selmand ku Iraq dikare pirek be ji bo guftûgoyê, neku qadek bê ji bo gengeşeyê.
Rast e, pirsgirêk hene, lê belê li heman demê de Iraqê bi dewlemendiya xwe yên samanên mirovî û xwezayî de pire li derfetan jî. Serkeftina me peywiste bi karînên me û şiyanên me yên bi birêvebirina firehî, cûdahiyên me yên navxweyî, bihêzkirina rûhê hevbeşiyê, danîna bingehên hukimraniyeke baş û pejirandina aramiya siyasî û aborî ya ji bo Iraqê. Pêwîstiya me bi planên berdewam, îradeya siyasî ya ciddî û hevbeşiya stratejî ya jîrane heye, ev konferans jî hengaveke girîng e li ser wê rêyê da.
Gelek spasî Peymangeha Iraqî dikim, ji bo sazkirina vê konfransê û ji bo karên wan serkeftinê dixwazim. Hêvîdarim raspardeyên berhemdar jê derkeve ku yarmetîder bin li danîna nexşerêyeke rûn û zelal ya ji bo paşerojeke geştir ya Iraqê.
Gelek spasiya we dikim.
Ji bo we hemûyan, hêviya rojeke xweş dixwazim..





