Îro serê sibehê, roja Sêşemê 11.11.2025, rêzdar NeçîrvanBarzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel destpêka yekem a pêvajoya dengdanê, li navendeke li Hewlêrê dengê xwe da. Paşêdaxuyaniyek da rojnamevanan û bersiva çend pirsên wan da. Ev e jî naveroka wê ye:
Gelek spas, hûn hemû bi xêr hatin.
Îro rojek din a dengdanê ye ji bo hilbijartina Encumena Nûneran a Iraqê. Bêguman ev pêvajo pêvajoyek girîng e û ez difikirim ku ev hilbijartin yek ji girîngtirîn hilbijartinên ku heta niha li Iraqê hatine kirin e.
Piştî sala 2005 û wan qonaxên ku bi ser Iraqê de hatin, em hêvî dikin ku ev hilbijartin destpêkek nû be ji bo Iraqek demokratîk a federal ku hemû pêkhateyên wê di çarçoveya Iraqê de bigihîjin maf û destkeftiyên xwe.
Bêguman pirsa dengdanê maf û berpirsiyariyeke mezin e. Ez hêvî dikim ku hemû kes li Iraqê vê pirsê bi giranî û girîngiyê ve werbigrin. Iraq li ser rêçeke rast a demokrasiyê dimeşe û girîng e ku welatiyên Iraqê, welatiyên Herêma Kurdistanê di vê rojê de erka xwe bicih bînin û ber bi sindoqa dengdanê ve herin.
Em şanaz in ku qonaxa yekem a dengdanê bi aramî û rêkûpêk derbas bû. Ez hêvî dikim ku îro jî, ku roja destpêka dengdanek din e, bi aramî derbas bibe.
Ez dixwazim spasiya hemû hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bikim ku bi rastî erka xwe pir baş bicih anîn. Spasiya wan dikim û destxweşiyê li wan dikim. Spasiyeke taybetî ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê re dikim ji bo wan rêkaran ku heta niha girtiye ber. Spasiya ked û xebata wan dikin.
Em hêvî dikin ku ev hilbijartin bibe destpêka qonaxek nû ji bo Iraqê. Gelê Iraqê hêjayî jiyanek çêtir û rojên baştirin di jiyana xwe de ye. Ez hêvî dikim ku ev bibe destpêkek ji bo pêşkêşkirina xizmeta zêdetir ji gelê Iraqê re, jiyana wan baştir bibe û bi îzna Xwedê her di xêr û xweşiyê de bin.
Paşê di bersiva pirsên rojnamevanan de, destpêkê derbarê cudahiya vê hilbijartinê ji hilbijartinên din ên Iraqê û Herêma Kurdistanê, Serok Neçîrvan Barzanî got: "Cudahiya wê yek xal e, ew jî em difikrin ku niha Iraq di warê ewlehiyê û di warê aboriyê de jî guhertineke baş bi ser de hatiye. Ji bo me wateya vê hilbijartinê ew e ku destpêkek nû dest pê dike di qonaxa bicihanîna Destûra Iraqê de ji bo ku bibe misogeriya aramî û ewlehiyê ji bo hemû gelê Iraqê. Em difikirin ku ev destpêka qonaxek nû ye ji bo bicihanîna Destûrê."
Derbarê danûstandinên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û belavokek Partiyê di vê derbarê de, birêz Serokê Herêmê eşkere kir: "Ew tiştê ku ji aliyê Partiyê ve hate belavkirin, naveroka wan danûstandin û civînan bû ku Partî bi Yekîtiyê re kirin. Bêguman hilbijartin mercên xwe yên taybetî hene, piştî hilbijartinê jî mercên taybetî tên pêş, lê em gotûbêjên bi ti aliyekî re red nakin, berevajî divê ew pirsgirêk bi gotûbêjan werin çareserkirin. Bêguman bila em bibînin ka piştî van hilbijartinan em ê careke din rûnin û gotûbêj bikin da ku bibînin em çawa dikarin wan pirsgirêkan jî çareser bikin."
Derbarê îhtimala ku ev hilbijartin hêza guhertinê li herêmê hebe, herwiha derbarê dema destpêkirina danûstandinên di navbera Partî û Yekîtiyê de ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, rêzdar wiha got: "Wekî min got, her hilbijartinek girîng e. Girîngiya van hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê ew e ku em difikirin ku destpêkek nû li Iraqê dest pê kiriye û Herêma Kurdistanê divê pir bi hêz li Bexdayê be, ji ber ku di encamê de tiştê ku Iraq û Herêma Kurdistanê deng dan, Destûra Iraqê bû. Heta niha ew Destûr nehatiye bicihanîn, bêguman karê herî girîng ku divê piştî van hilbijartinan bê kirin ew e ku hewleke cidî bê dayîn ji bo ku Destûra Iraqê bê bicihanîn. Bila em bibînin ev qonaxa nû çawa dest pê dike. Yekîtiya Niştimanî û aliyên din jî, bêguman piştî hilbijartinan em ê bikevin qonaxek nû ya danûstandinan ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê."
Paşê di bersiva pirsekê de derbarê peyama birêz ya derbarê pêşketina hilbijartinek aram û mayîna rewşa aram a Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinan, herwiha dema pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: "Peyama me ew e ku hemû gelê Iraqê bi Herêma Kurdistanê re, em hemû bi hev re di van hilbijartinan de beşdar bibin, ji ber ku em difikrin ku hilbijartin girîng in. Pirsa gelo aramî dimîne? Ez difikirim erê, rewş dê aram bimîne û tiştekî din nîne. Gelek caran me gotiye bêguman pirsgirêk hene û gotin hene û nivîsandin hene li dijî hev, ev hemû hene, lê di encamê de em ê bi rûniştinê wan pirsgirêkan çareser bikin û ez di vê yekê de piştrast im."
"Wekî ku tê zanîn, piştî ragihandina encamên hilbijartinan, danûstandin ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal dest pê dikin, lê tiştê ku hemû aliyên siyasî yên Iraqê li ser li hev in, ew e ku bi berçavgirtina wan guhertinên ku li herêmê hene, hemû alî bi hemû pêkhateyên siyasî yên Iraqê re hewl bidin ku kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê demeke dirêj nebe û bê avakirin. Wekî prensîp ev heye, ev çiqas bê cîbicîkirin, ew li ser danûstandinan dimîne."
Derbarê peyama rêzdar ya ji bo Bexdayê, Serok NeçîrvanBarzanî got: "Peyama me ji bo wan ew e, em hemû di welatekîbi navê Iraqê de dijîn. Iraq mala me hemûyan e û pêwîst e pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene, hemû di çarçoveya Iraqek yekgirtî de, bi diyalogê û biberçavgirtina xêr û xweşiyê ji bo hemû gelên Iraqê, li gorîdestûrê û rûniştin û danûstandinan bigihîjin çareseriyê. Em difikrin ku mifteya çareseriya pirsgirêkan li Bexdayê ye û ji boaramî û seqamgîriya siyasî, civakî û aborî ya gelê Iraqê, pir girîng e ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi diyalogê li ser maseya danûstandinan bêneçareserkirin. Em li Herêma Kurdistanê xêra hemû Iraqê dixwazin û em şanaz in ku em bibînin ku Basra jî pêşve çûye, Zaxo jî pêşve çûye, Anbar jî pêşve çûye, Necef û Kerbela û Bexda jî pêşve çûne. Hêviya me ev e û em dixwazin ku her Iraqiyek di xêr û xweşiyê de be."
Derbarê nêrîna rêzdar ya derbarê boykotkirina hilbijartinan ji aliyê hin aliyên Iraqî ve ji ber ku ew difikirin ku ti guhertinekçênabe, rêzdar got: "Her hilbijartinek ji bo wê ye ku emguhertinek çêbikin. Sîstema Iraqê sîstemeke demokratîk e û her çar salan carekê tevî hemû pirsgirêkên ku hatine pêş, Iraqê hilbijartinên xwe li dar xistiye. Ev pîvaneke sereke ye ji bodemokrasiya Iraqê. Lê pirs ev e gelo em li rewşa Iraqê binerinber bi baştir ve çûye an xirabtir? Ez difikirim ku Iraq ber bi baştir ve çûye. Heke em li rewşa îro ya Bexdayê binêrin û wê bipênc sal berê re bidin ber hev, em dibînin ku pêşketinên baş di warê aborî de, di warê jiyana gel û di warê ewlehiyê de li gelek deveran pêk hatine. Lê gelo ev pêşketin bes in? Na, bes nîn in. Gelê Iraqê hêjayî jiyaneke baştir e, em hêvî dikin ku di qonaxapiştî hilbijartinan de Iraqî bi giştî bikarin di jiyana gel de guhertinan çêbikin û bêtir girîngiyê bidin wan tiştên ku ji bo gel girîng in. Pirsa xizmetguzarî û pêşkêşkirina wan e, pirsa av û elektrîkê ye. Iraq welatekî dewlemend e û divê dewlemendiyaIraqê ji bo avakirina welat û xweşbûna gelê wê bê bikaranîn. Ya ku em dixwazin ew e. Gelê Iraqê hêjayî jiyanek baştir e, ewqabiliyet jî li Iraqê heye. Ew sîstema ku niha li Iraqê heye tevîhemû kêmasiyên xwe, sîstemeke demokratîk e û her çar salancarekê em dibînin ku hilbijartin têne kirin û serokwezîr û serokkomar têne guhertin û yekî din tê şûna wan, ev rêçik dêberdewam bike."
Di dawiyê de derbarê siyaseta Amerîkayê li hember HerêmaKurdistanê, Serok Neçîrvan Barzanî ragihand: "Siyasetanavneteweyî û Amerîkayê hebûna Herêma Kurdistaneke bihêz e di çarçoveya Iraqek yekgirtî ya federal de. Ev eşkere ye û emwek Herêma Kurdistanê faktora aramî û ewlehiyê ne di herêmêde, çi li Iraqê û çi li derveyî Iraqê. Tiştê ku dikeve ser HerêmaKurdistanê ji bo ku rola xwe bilîze, bêguman HerêmaKurdistanê dê wê rolê bilîze digel birayên me li Bexdayê, herwiha di wê seqamgîriya ku niha li Iraqê heye, rola me pir zêde bûye. Ew rola me ji bo ewlehiya Iraqê dê berdewam be. Ez hêvî dikim ku piştî van hilbijartinan Iraq bikeve qonaxeke nû yaewlehiya siyasî, ewlehiya aborî û ewlehiya civakî."
Gelek spas.