Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî roja hilbijartinan diyar kir

2023-08-03T16:55:37.000000Z
Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja pêncşemê 03.08.2023ê, Fermana Herêmî ya ji bo diyarkirina roja encmdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îmze kir.
Li gor wê Fermana Herêmî û ew desthilata yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê daye, Serok Nêçîrvan Barzanî roj 25.02.2024ê ji bo hilbijartinên giştî yên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistan-Iraq diyar kir.
Fermana Herêmî hemû aliyên pêwendîdar pabend dike bi encamdana karê pêwîst û hevkarî û hevahengî digel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo cîbicîkirna vê fermanê ji roja derçûna wê û herwiha di rojnameya fermî da were belav kirin.
Di vê derbarê da, êvariya îro, birêz Dilşad Şehab peyvdarê Serokatiya Herêma Kurdistanê di presskonferansekê da derbarê îmzakirina vê fermanê eşkere kir ku piştî rawêj û gotubêjkirina digel aliyên siyasî roja helbijartinan hate diyar kirin.