2022-07-30T09:17:14.000000Z
Ez bi germî cejna 1ê Muheremê û sersala nû ya koçî li hemû misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku sala nû xêr û xweşiyê, aramî û aşitiyê bo Herêma Kurdistanê, Iraq û mirovatiyê bi giştî bi xwe ra bîne.
Di vê helkefta pîroz de, em tekez li ser kûrkirina çanda hevdûqebûlkirin û pêkvejiyanê dikin û hemû pêkhateyên etnîkî û olî piştrast dikîn ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê welatê hemûyan û hêlîna jiyana hevbeş û lêborînê bimîne.
Sersala we pîroz be û her sal bi xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2022.07.30
1ê Muherrem 1444