Birêz Dilşad Şehab Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê da ji malpera fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ra got:
Îro dûşemê 11.11.2024, li ser vexwendina fermî ya birêz Îlham Aliyev Serokê Azerbaycanê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo beşdarîkirina di Konferansa Neteweyên Yekgirtî ya ji bo Guhertina Avûhewayê (COP29) diçe Bakûya paytexta Azerbaycanê.
Her wiha got: Serok Nêçîrvan Barzanî digel serok û serkirdeyên cîhanê dê sibê sêşemê beşdariya merasima vekirina konferansê bibe ku ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên jîngehê û kêşeyên ji encamên guherîna keşûhewayê tê lidarxistin.
Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Bakûyê dike
2024-11-11T13:55:00.000000Z