2023-09-28T08:06:33.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kudistanê, roja çarşemê 27.09.2023ê li bajarê Hewlêrê, serdana birîndarên şewata şeva bihurî ya li Hemdaniyê li Nexweşxaneya Amergency a Hewlêrê kir û rewşa tenduristiya wan pirsî.
Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo birîndar û qurbaniyên wê karesatê nîşan da û spasiya karmendên nexweşxaneyê û aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku alîkariyê pêşkêşî birîndar û lêqewimiyan dikin.
Piştî serdanê di civîneke rojnamevaniyê da Serok Nêçîrvan Barzanî got:
“Berî her tiştî ez sersaxiyê ji malbatên van kesan ra dixwazim. Ev karesateke mezin bû, trajediyeke mezin a mirovî bû. Spasiya Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê dikim ku, bi rastî her digel qewimîna wê karesatê û demjimêrên yekem a karesatê da ambulans şandine cîhê bûyerê. Ez ji dil spasiya xebatkarên tenduristiyê dikim. Tişta ku min li vir dît, sexbêriya ew ji nexweşan ra dikin, bi rastî serbilindî ye, ji bo hemû xelkê Herêma Kurdistanê serbilindî ye.
Ev karesateke mirovî ya mezin e, divê em hemû li cem van xwuşk û birayan bin, Xwedê hedar û aramiyê bide wan. Di vê çarçoveyê da ez îro bi Serokwezîrê Iraqê ra axivîm. Ew gelekî nîgeran e û yekser Wezîrê Navxwe û Wezîrê Tenduristiyê şandin Mûsilê û dê werin vir jî. Me daxwaz ji wan kiriye ku derbarê vê bûyerê da lêkolîneke ciddî bikin û mexdûran qerebû bikin. Birêz Serokwezîr li Bexdayê, bi spasî ve, bi ciddî li ser vê pirsê radiweste û soz daye ku di Civata Wezîran da gotûbêjê bike û dê her tiştî bike ji bo kêmkirina derdê xelkê lêqewimî. Ez hêvî dikim ku Xwedê sebir û hedarê bide her kesî. Bi rastî ev karesatek mezin e û em hemî dua dikin ku nexweş di zûtirîn dem da sax bibin.
Tiştê ku min ji xebatkarên tenduristiyê yên vê nexweşxaneyê, nexweşxaneya Amergency bihîstiye eve ku ew dikarin wan hemûyan li vir derman bikin. Careke din ez spasiya van karmendan dikim ji ber xebatên mirovî yên ku kirine. Bi dilgermî spasiya Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Tendirustiyê û Parêzgarê Hewlêrê jî dikim.
Dixwazim bêjim çi ji wan ra pêwîst be em dê di xizmeta wan da bin û ji bo wan bikin. Ew hezkiriyên me ne û em êş û karesata ku bi ser wan da hatiye, ya me, ya Herêma Kurdistanê û xelkê deverê ye. Em hemû bi dil û can bi wan ra ne, ew êş û azarên wan îro kişandine em hemû dê li cem wan bin, Xweda aramî û hêza berxwedanê bide wan.