
Îro sêşem 05.08.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana kargeha şîremeniya Zom ـ ya ji bo berhemên şîrê xwemalî li tixûbê qezaya Mêrgesorê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî pesnê fikir û bîroke û damezrandina kargehê kir û ji bo vê mebestê, destxweşiyê li birêz Mela Mistefa Barzanî kir. Her wiha hêviya serkeftin û ber bi pêşveçûna berdewamiya projeyê û karmendên wê re xwest ku bi awayeke pîşeyiyane ya serkeftî, karên projeyê û berhemanînê birêvedibin.
Rêzdar tekez li ser rol û girîngiya projekeyê ya ji bo rexsandina derfeta kar ya nîştecih û gundnişînên vê tixûbê û pêşxistina warê ajaldarî û çandina li deverê û Kurdistan û Iraqê kir. Her wiha projeyê bi xizmeteke niştimanî da zanîn.
Ji aliyê xwe ve birêz Mela Mistefa Barzanî xweşhaliya xwe bi serdana Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî û spasiya vê serdana rêzdar kir. Her wiha tekez li ser pêşxistina bi vê projeyê kir ku heta bikarin zêdetir xizmeta bi nîştecihên navçeyê û berhemên xwemalî bikin û bibê handerek ji bo pêşxistina berhemanîn û pîşesaziya niştimanî.







