Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Qeterê dike

2021-10-16T14:10:31.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Piştî nîvroya îro şemî 16.10.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî ber bi Doha ya paytexta Qeterê birêket.

Li serdana xwe da Serok Nêçîrvan Barzanî li gel birêz rêzdar Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî Mîrê Qeterê û hejmarek ji berpirsên dinê Qeterê dicive.

Li kombûnan da wê pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Qeterê, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş guftûgo bikin.