
2025-10-09T06:02:00.000000Z
Îro pêncşemî, 09.10.2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî ber bi Enqereya paytexta Tirkiyeyê ve bi rê ket.
Serok Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe de, dê bi birêz Receb Tayyib Erdogan, Serokê Komara Tirkiyeyê re bicive û têkiliyên Tirkiyeyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa herêmê û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş, gotûbêj bikin.