Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî sersala Êzdiyan pîroz kir

2022-04-20T15:47:37.000000Z
Peyam û Peywandî
Cejna sersala Êzdiyan, Çarşema Sor, li hemû xûşk û birayên me yên Êzdî yên li Kurdistanê û li her dera cîhanê bin bi germî pîroz dikim, hêvîdarim cejneka tena û aram derbas bikin û her sal bi xêr û xweşî be.

Di vê cejnê da, careke din, em hemû xûşk û birayên xwe yên Êzdî piştrast dikîn ku hindî revandiyeke Êzdî mabe, hewlên me yên ji bo rizgarkirina wan û diyarkirina çarenivîsa wendabûyan berdewam dibin.

Em, herwesa, bi her awayî piştevaniyê li mafên Êzdiyan, avadankirina cîhên wan û misogerkirina aramî û tenahiya deverên wan dikîn, ji bo bicîhanîna vê yekê jî, em berdewam digel alî yên Iraqî û navdewletî kar dikîn.

Cejna îsal jî, mixabin, di demekê da hat ku hêşta hejmareka mezin ya xûşk û birayên me yên Êzdî jiyana xwe di na kampan da derbas dikin. Em vê xweragiriya Êzdiyan bilind û bi rêz dinirxînin.
Em hêvîdarin ku cejn û helkeftên bên, di rewşeka baştir da pîroz bikin û hemû Êzdî bi aramî vegerin ser war û cîhên xwe yên tena û avadankirî.

Her bi vê helkeftê, careka din, em xûşk û birayên xwe yên Êzdî û hemû ol, netewe û pêkhatên gelê Kurdistanê piştrast dikîn ku wek hertim Kurdistan dê warê lêborîn, hevqebûlkirin û pêkvejiyana bi aştî bimîne û em hemû bi hev ra dê parêzerên vê kultûrê û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bin.

Sersala hemûyan pîroz be û her şad bin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.04.2022