Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxî li birêz Elî Ewnî kir

2026-02-08T18:39:00.000000Z
Peyam û Peywandî

Êvara îro yekşemê, 08.02.2026an, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peywendiyeke telefonî de bi birêz Elî Ewnî, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê re, ji bo koça dawî ya xwedêjêrazî diya wan, sersaxî li wî û malbata wan a rêzdar kir.

Serok Nêçîrvan Barzani tevî hevxemiyê, hêvî xwest ku Xwedayê Mezin canê xwedêjêraziyê bi dilovaniya xwe şa bike û aramî û tenahiyê bide birêz Elî Ewnî û malbat û kesûkarên wan ên rêzdar.

Ji aliyê xwe ve, birêz Elî Ewnî spasiya xwe û malbata xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî û hevpariya wî ya xema wan, nîşan da.