2023-01-14T09:38:33.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja înê 13.01.2023ê, di peywendiyeka telefonî da digel birêz Seyîd Emmar Al-Hekîm Serokê Tevgera Hikme ya Nîştîmanî bi helkefta koça dawî ya hevjîna şehîdê mîhrab Ayetullah el-Uzma Seyid Mihemed Baqir A-Hekîm sersaxiyê ji Seyid Al-hekîm û ji malbata wî ya birêz Al-hekîm ra sersaxiyê xwest û hevsozî û hevxemiya xwe nîşan da.
Serok Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku Xwedayê mezin rehmetiyê bi mîhrebanî û dilovaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bi hemûyan bibexşe.
Seyîd Emmar Al-Hekîm bi navê xwe û malbata Al-hekîm, ji bo pêwendî û beşdariya di xem û şîniya wan da, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir.