Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Sersaxiyê li Îranê Kir

2026-03-01T12:34:00.000000Z
Nûçe

Em sersaxî û xemgîniya xwe ya kûr pêşkêşî gel, hikûmet û serokayetiya Îranê dikin ji bo şehîdbûna xwedê jêrazî Ayetullah Elî Xamaneyî, Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê û zanyarê dînî yê diyar. Em dilsoz û hevparê xemên wan in. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku giyanê wî bi dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bi hemûyan bibexşê.

Di vê dema dijwar de, em tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan dikin. Ji bo vê armancê, em ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku erkê xwe di rawestandina şer û pevçûnan û vegerandina ewlehiya herêmê de bicîh bîne.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.03.2026