2026-03-11T20:08:00.000000Z
Ji bo koça dawiyê ya tekoşer û siyasetvanê diyar ê Kurd, xwedêjêrazî Salih Muslim ku li Hewlêrê koça dawiyê kir, sersaxiyê li malbat, kesûkar û hevalên wî dikim û hevparê xema wan im.
Xwedêjêrazî Salih Muslim jiyê xwe di xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd derbas kir. Wek lîderekî diyar ê Kurd li Sûriyê, di qonaxên cuda yên tekoşînê de xwedî rolek berbiçav bû.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike, hedar û aramiyê bide malbat û dostên wî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11.03.2026