Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li rêzdar Şah Charles ê III. kir

2022-09-19T06:52:12.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo beşdarîkirina di merasima xwatirxwestina ji Şahbanûya xwedê jêrazî Elizabeth a Duyemîn da gihiştibû Brîtanyayê, êvariya roja yekşemê 18.09.2022 ê, li ser vexwendina fermî ya rêzdar Şah Charles ê III Şahê Şahnişîna Yekgirtî, digel serok û rêberên welatên cîhanê li Koşka Şahaneyê ya Buckingham li Londonê hevrê digel Balyozê Iraqê li Brîtanyayê beşdarî di merasima pêşwaziya mêhvanan da kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe, gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê li rêzdar Şah Charles III, Malbata Şah, gel û Hikûmeta Brîtanya û welatên nêzîkî Britanya (Commonwealth) xwest û hevsozî û hevxwemiya xwe pê ra parve kir.

Şah Charles III, Ji aliyê xwe ve, ji bo beşdarbûna wî di merasima serxweşiyê û xatirxwestina ji Şahbanûya Elizabeth a II da, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, êvariya roja yekşemê, 18.09.2022ê, li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Brîtanyayê digel serok û rêberên welatên cîhanê beşdarî di merasima xwatirxwastina ji Şahbanûya xwedê jêrazî rehmetî Elizabeth a II gihiştibû London û her îşev li pêş termê wê ya li Parlamentoya Şahnişîna Yekgirtî beşdarî di merasima xwatirxwastinê da kir.