Êvara îro sêşema 18.11.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî foruma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn MEPS da kir ku salane ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ve li Dihokê tê lidarxistin.
Di panelekê de ku bi amadebûna birêz Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên bilind ên Iraqê û akademîsyen û lêkolîner û rojnamevan û mêvanên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê û derveyî welat pêk hat, Serok Nêçîrvan Barzanî behsa çend pirsgirêkên heyî û rewşa Kurd û herêmê bi giştî kir, ev e jî naveroka wê ye:
Pêşkêşkar: Spas ji bo cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo amadebûna we di vê bernameyê de, zaravayê min pir Sineyî tevlihev e, hêvîdar im hûn jê fam bikin.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêk nîne, em jî gelek li wir mane, em fam dikin.
Pêşkêşkar: Di du salên borî de di vê herêmê de gelek guhertin çêbûne, ji Lubnanê heta Îsraîlê, heta Sûriyê, Îran û Iraqê, ez pir dixwazim bizanim Kurdistan çawa karî xwe ji van hemû pirsgirêkan biparêze û bi rengekî di van çend salan de ewlehiya xwe parast?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Gelek spas, destpêkê divê ez spasiya amadekarên MEPS li Dihokê bikim. Bi rastî ez wan pîroz dikim ji bo vê kombûn û rêxistina ku îro kirine. Me dît ku gelek kesan beşdarî vê konferansê kirin. Ez destxweşiyê li amadekaran dikim, spasiya Kek Mesrûr dikim. Bi rastî wan bi van hemû amadekaran re karekî pir baş kirin. Gelek spas ji we re jî, Sîneyî pirsgirêk nîne. Berevajî, em jê hez dikin, ji bo ku li bîra me bê. Siyaseta Herêma Kurdistanê, bi rastî her tim hewl daye ku bibe faktorekî aramî û ewlehiyê di herêmê de. Berevajî, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, me rolek hebû ku di Iraqê de jî, bi birayên xwe yên li Bexdayê re û me her hewl da ku Herêma Kurdistanê û Iraq jî, nebin beşek ji wan pirsgirêkên ku di herêmê de rû dane. Siyaseta Herêma Kurdistanê, her tim ew e bûye ku bibe faktorekî aramî û ewlehiyê di herêmê de. Ev siyaseteke ku Herêma Kurdistanê pêşve biriye û dê li ser wê siyasetê jî bimîne.
Pêşkêşkar: Di çend mehên borî de, bi taybetî di dema êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê de, Iraq bi giştî karî xwe ji vê pirsgirêkê biparêze, lê belê asîmana Iraqê cihê balafirên şer ên Îsraîlê bû, herwiha mûşekên Îranê jî bi ser asîmana Iraqê re derbas bûn. Ez pir dixwazim bizanim heta çi radeyê ev mijar dikare vê nakokiya ku di Rojhilata Navîn de heye, wê hêzê di herêmê de, herwiha welatên herêmê, cenabê we îro vê pirsgirêka di herêmê de heye çawa dibînin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Di rastiyê de wekî bingeh em nafikirin ku ew pirsgirêkên heyî bi karanîna çek û tundûtûjiyê werin çareserkirin. Em bawer dikin ku pirsgirêkên di herêmê de bi giştî pêwîstî fikirîneke rast û diyalogeke ciddî ne ji bo ku bigihîjin encamê. Şer li herêmê îspat kir ku ji bilî wêrankirinê tiştek din bi dest nakeve. Niha ger em binerin, di encama wan şeran de wêrankirineke mezin li herêmê, li Filistînê û deverên din çêbûye, lê tevî vê yekê jî em bawer dikin ku pirsgirêk divê bi diyalog û gotûbêjê werin çareserkirin. Em kêfxweş in ku niha ji bo vê mijarê însiyatîfek heye. Biryara doh a Encumena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî li ser vê mijarê, biryareke girîng bû ji bo ku ew ê Serok Trump dest pê kiriye û em hêvîdar in ku ew bigihîje encamê.
Pêşkêşkar: Demeke berê Serokê Amerîkayê Donald Trump nameyek ji cenabê we re şand, paşê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî nameyek dirêjtir li ser çalakiyên we û Kurdistanê şand ji bo aşitî û ewlehiya li vir hebe. Bi baweriya we di gera duyemîn a Serok Donald Trump de, rola Amerîkayê di Rojhilata Navîn de çi ye? Bi dîtina cenabê we heta çi radeyê Amerîka dikare di herêmê de xwedî rol be?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Pir asayî ye, Amerîka hêzek mezin e li cîhanê. Superpower e û dikare roleke pir girîng li herêmê bilîze. Tişta ku girêdayî me ye li Herêma Kurdistanê, min ji cenabê we re got di destpêka axaftina me de, me li Herêma Kurdistanê siyaseteke xwe heye, em dixwazin bibin faktora ewlehî û aramiyê li herêmê. Em dixwazin pirsgirêkên xwe yên bi Bexdayê re bi awayekî aştiyane û li ser maseya danûstandinan çareser bikin. Em dixwazin di damezrandina aşitî û aramiyê de li herêmê bi giştî roleke me hebe. Herêma Kurdistanê karî îspat bike ku ew faktora ewlehî û aramiyê ye li herêmê, ji ber vê yekê di vê çarçoveyê de, em dibînin belê Amerîka dikare roleke pir cidî bilîze hem di pirsgirêka Filistîn-Îsraîl de û hem jî di wan pirsgirêkên ku li herêmê hene, ji ber ku ew superpower e û dikare gelek kar bike.
Pêşkêşkar: Çend rojên borî hilbijartin bû, Partî em dikarin bêjin di Iraqê de wek partî piraniya dengên herî zêde bi dest xistiye, lê îro sibehê min guh da axaftinên serokwezîrê Iraqê Sûdanî, wî behsa wê kir ku wan hevalbendiyeke mezin ji aliyên siyasî yên Şîa ava kiriye ku dixwazin hikûmeta paşerojê ava bikin. Gelo di nav partiyên Kurdistanê de ew israr heye ku hûn hemû bi hev re bi yek dengekî biçin Bexdayê û ew pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de hene, di çend salên borî de wek pirsgirêka mûçe, pirsgirêka ewlehî, çareser bikin. Ez bi xwe li vir bûm du-sê meh berê gelek êrîş li ser bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatin kirin. Hûn çawa dikarin wan pirsgirêkan çareser bikin? Gelo israr heye, gotûbêj heye bi aliyên siyasî yên din ên Kurdistanê re ku bi yek dengî biçin Bexdayê?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi baweriya min, wekî cenabê we îşaret kir û got îsrar, divê ew hebe. Divê ew biryar hebe ku hêzên Kurd bi hev re biçin Bexdayê. Bi hev re em dikarin wan destkeftan bi dest bixin ku em hemû hewil didin û têkoşînê ji bo dikin, karê wê dikin. Ez bawer dikim ku hêzên Kurdistanî her çend di nav Herêma Kurdistanê de nakok bin jî, hewcedariya me bi wê heye ku li Bexdayê em karibin formulekê ji bo hemû hêzên Kurdistanî bibînin û divê xet zelal bin ku çarçoveya berjewendiya Herêma Kurdistanê çi ye? Beşek pirsgirêka partiyan bi partiyan re ye, pirsgirêka me bi partiyekê re heye, partiyek pirsgirêka wê bi partiyeke din re heye, ev hemû li cihê xwe ne, lê ya girîng ew e ku em hemû li ser yek tiştî li hev bikin. Li ser wê yekê ku berjewendiya Herêma Kurdistanê çi ye û di çarçoveya berjewendiya Herêma Kurdistanê de, ez bawer dikim divê hêzên Kurdistanî hemû yên ku di van hilbijartinan de serketî bûn, li gorî qebareya xwe, her partiyek li gorî qebareya xwe, di zûtirîn dem de û bi bernameyek hevbeş, bi hev re ne bi cuda cuda, biçin Bexdayê û danûstandinan bikin, û çarçoveyekê jî deynin û bizanibin berjewendiya Herêma Kurdistanê li ku ye û ji wê çarçoveyê dernekevin, tevî hemû wan pirsgirêkên ku me di nav xwe de hene. Gelek caran me gotiye ku divê em li Bexdayê bihêz bin. Bihêzbûna Kurd li Bexdayê garantî ye hem ji bo Iraqê, hem jî ji bo Kurdistanê. Ji ber vê yekê tişta ku ez jê hez dikim û em dixwazin ew e ku hêzên Kurdistanî bi hev re û bi bernameyek hevbeş biçin Bexdayê.
Pêşkêşkar: Gelo bi baweriya we di çar salên pêş de, em dikarin bibin şahidê destûrek nû ji bo Kurdistanê?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Diruşmeya me ya vê carê di hilbijartinan de ew bû, beriya destûra Herêma Kurdistanê, divê Iraq destûrê bicîh bîne. Ev yek ji daxwazên me yên sereke ye, ev divê daxwaziya hemû hêzên Kurdistanî jî be ku divê destûra Iraqê were bicîhanîn. Yekemîn tişt, pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêmê û Bexdayê de, pirsgirêk ji ku derê tê? Çavkaniya wê ji pirsgirêka destûr û nebicîhanîna destûrê ye. Ew helwesta Bexda ya li hember Herêma Kurdistanê ne destûrî ye, pir navendî ye, pir pir. Her car ez dibêjim di ti sîstema federalî ya cîhanê de tu sîstem û helwesta ku bi Herêma Kurdistanê re tê kirin nabînî. Destûra Iraqê ji sala du hezar û pêncan ve hatiye pejirandin. Wekî Herêma Kurdistanê heta niha axaftina me ew e ku divê ev destûr were bicîhanîn. Destûr garantiya pêkvejiyana hemû pêkhateyên Iraqê ye, ne tenê Herêma Kurdistanê, pêkhateyên din ên Iraqê jî, Sunnî, Şîî, Turkmen, Xirîstiyan, Êzdî, hemû pêkhateyan. Heke em bixwazin Iraq aram bibe, şerta yekem bicîhanîna destûrê ye. Derbarê destûra Herêma Kurdistanê de, mixabin ez dikarim bibêjim ev divê gelek berê bihata kirin bi rastî. Par sal me hilbijartineke pir serketî li dar xist, bi spasiya gelê Kurdistanê ku rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinan de nêzîkî heftê û du ji sedî bû. Em hêvîdar in piştî van hilbijartinên Iraqê em karibin bibin şahidê damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bê guman yekem kar û yekemîn pêşengiya piştî wê, dê pirsgirêka destûra Herêma Kurdistanê be.
Pêşkêşkar: Ez dizanim îro di wê odeyê de li pişt ve, bi çend kes ji rêberên Iraqê re, bi serokwezîrê Iraqê re, bi çend partiyên din ên Iraqê re, we gotûbêj hebûn. Gelo hûn bi wê yekê geşbîn in ku hikûmeta Bexdayê ya paşerojê dê xwedî wê îradeyê be ku pirsgirêkan çareser bike?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ez bawer dikim piştî demek dirêj ji pevçûn û pirsgirêkan, em hêvîdar in ku hemî alî gihîştibine wê baweriyê ku divê pirsgirêk werin çareserkirin. Alfabe ya pirsgirêka aştiyê li Iraqê û ewlehiya Iraqê ye, kilîta çareserkirina wan pirsgirêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene. Ez wisa dibînim, ez bawer dikim ku heke Iraq bi ciddî hewl bide wan pirsgirêkan çareser bike, ji aliyê siyasî ve Iraq dê bikeve qonaxeke pir cuda û serketî. Em hêvîdar in ku hemî hêzên Iraqî ji paşerojê ders girtibin û ew ders ew be ku em vê qonaxê navê qonaxa bicihanîna destûra Iraqê û qonaxa çareserkirina hemî wan pirsgirêkên ku bi Herêma Kurdistanê re hene li gorî wê destûrê, em hêvîdar in ku ev wisa be.
Pêşkêşkar: Îro di dirêjahiya vê bernameyê de min çend caran ji gelek kesên ku li ser mijara pêvajoya aştiyê li Tirkiyê axivîn bihîst, ez dizanim meha borî bi Serokkomarê Tirkiyê birêz Recep Tayyip Erdoğan re we hevdîtinek hebû, herwiha ez dizanim demek beriya niha şandeyek ji parlamenterên Kurd li Bakurê Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê kirin û bi cenabê we re axivîn, piştî wê îro min tiştek ji birêz Hoşyar Zêbarî bihîst ku got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê gavan avêtiye ku ev pêvajoya aştiyê ber bi pêş ve biçe. Gelek kes ji vê pêvajoyê wek sala du hezar û panzdeh, ez bawer dikim birêz Ahmet Davutoğlu li vir e, min wê demê hevpeyvînek bi wî re kir. Ez dizanim gelek kes bi rastî dixwazin ev pêvajo serkeve. Cenabê we ez dizanim bi hemû aliyan re diaxivin. Destpêkê dixwazim bizanim Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi gavên kirdarî avêtiye ji bo alîkariya vê pêvajoyê ku serkeve û heta çi radeyê hûn geşbîn in ku çarenûsa vê pêvajoya aştiyê wek ya sala du hezar û panzdehan nabe?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ev pirseke girîng e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem yek gotin gotiye, ew jî ev e bûye: Amade ne alîkariyê bidin ji bo ku ev pêvajo, ku em bawer dikin hem xizmeta hemû pêkhateyên Tirkiyê dike û bandoreke pir girîng jî li ser Herêma Kurdistanê û hemû herêmê heye, me gotiye em amade ne çi ji destê me tê ji bo serxistina wê pêvajoyê bikin. Rolê Herêma Kurdistanê ew bûye ku bi pratîkî alîkar bûye ji bo ku ev pêvajo serkeve. Pirsa cenabê we gelo ev pêvajo ciddî ye an na? Ez bawer dikim ku ev pêvajo, ya ku min di civînên xwe yên li Enqereyê de dît, bi taybetî bi cenabê serokkomar re, ev pêvajo pêvajoyeke pir ciddî ye, lê divê em rastbîn bin, pirsgirêkek ku çil sal e heye bi şev û rojekê nayê çareserkirin. Ev pêvajoyek e ku pêwîstî bîhnfirehî û tehamulê heye. Carinan dibe ku di qonaxekê de wisa were hîskirin ku pêvajo gihîştiye binketinekê, ku ne wisa ye, lê encama komkirî ya ewqas salan, em nikarin bibin şahidê ku di çend mehan de bigihîje encamekê. Ez pêşbînî dikim ku ev pêvajo dibe ku salan bikişîne, lê ya ku heta niha di pêvajoyê de em dibînin, çi ew gavên ku li Enqereyê hatine avêtin heta niha, çi ew tişta ku em ji aliyên din ve dibînin, dibe ku pêvajo pir pir hêdî be, lê bi baweriya min pêvajoyeke ciddî ye û hêjayî wê ye ku em hemû alîkariyê bidin ji bo ku bigihîje encamê. Rolê Herêma Kurdistanê ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê demek berê ya ku karî di mijara wê şandeya ku hatibû û çûbû Qendîlê de, hemû hêsankariyê ji bo wan kirin. Niha jî ez dubare dikim ku rola Herêma Kurdistanê alîkar e ji bo ku her du alî bigihîjin lihevkirinekê. Ya ku min li Enqereyê dît û bihîst, ciddiyeteke pir mezin heye ku ev pêvajo divê bigihîje encamê. Ya ku heta niha ji birêz Abdullah Ocalan jî em dibînin her ew e ku wî tekez kiriye ku ev pêvajo divê bigihîje çareseriyekê û divê ber bi aştîyekê ve biçe ku hemû alî jê sûdmend bin.
Pêşkêşkar: Pêvajoya aşitiyê li Tirkiyê bandor li Rojava li Sûriyê li wê herêmê dike. Ez dizanim we bi Fermandarê HSD'ê Mezlûm Ebdî re axivî, hatiye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Biryar ew bû îro li vir be. Min got ez binerim nehatiye, ew jî Kak Mesrûr dibêje dibe ku di rê de ye û tê.
Pêşkêşkar: Ger di rê de be, ez dikarim hevdîtinê dirêj bikim heta ew bê?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi dilê te ye, lê ewqas zû nayê eger di rê de be, dem lazim e.
Pêşkêşkar: Pirsa min wekî ku ez dizanim dema tu çû Antalyayê li Tirkiyê, te bi Ahmet Şer' re hevdîtinek hebû, bi Mezlûm Ebdî re jî hevdîtinek hebû. Ez dizanim te ji nêz ve bi her duyan re axivî, hemû gelê Kurdistanê dixwazin bizanin çarenûsa wê tecrubeya li Rojava dê çi bibe? Daxwaza min ew bû bizanim, Tirkiyê xwedî roleke pir mezin e, bi her kesî re ku min axivî, bi dîplomat û mamosteyên zanîngehê re, îro û doh, hemû bi rastî nîgeran in û dibêjin, heta ew kesên ji Rojava hatine, dibêjin ger Tirkiyê bixwaze, pirsgirêka Sûriyê dikare serkeve. Ez dixwazim ji cenabê te bipirsim heta çi radeyê hûn difikirin, herweha di pirsa berê de jî min got te bi Serok Recep Tayyip Erdoğan re jî axivî, heta çi radeyê ew jî israr dikin, Ahmet Şer' jî xwedî wê îradeyê ye ku bi rastî pirsgirêka Kurd, mafê Kurd bi wê awayê ku heye biparêze û bide?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bila ez ji vê yekê dest pê bikim, yekem tişt gelê Sûriyê weke welat, weke milet, hêjayî jiyanek pir baştir in ji ya ku niha heye. Niha rastiyek li Sûriyê heye, ew rastî cenabê Serokkomar Ahmet Şer' li wir e. Em bawer dikin ku ew şansek mezin e ku Sûriye vegere aramî û ewlehiyê, em wisa dibînin: Axaftina me ji birayên me yên li Sûriyê re, du-sê tişt bûne, yekem tişt, her ji roja yekem ve me ji wan re gotiye herin Şamê. Me ji wan re gotiye ala nû ya Sûriyê rakin, ji bo ku ji we re nameya vexwendinê neşînin, nesekinin, welatê we ye, milete we ye, cihê we ye, divê hûn di paşeroja Sûriyê de beşdarîyeke çalak bikin. Me ev ji birayên xwe re gotiye. Digel wê jî rastiyek heye, ev hêz rolekî sereke lîstine, mebesta min birêz Mezlûm Ebdî û wan hêzên ku bi wî re ne, rolekî mezin lîstine di rûbirûbûna terorê de, di pirsa ewlehî û aramiyê de, çi li Sûriyê û çi jî ew tişta ku bandor li Herêma Kurdistanê û li Iraqê jî dike. Em nafikirin ku sîstema navendîbûn û rêveberiya navendî li Sûriyê sîstemeke rast be ji bo rêveberiyê. Sûriye welatekî pirneteweyî ye, pir olî ye û pir çandî ye. Em bawer dikin ku pirsa rêveberiya Sûriyê bi awayekî navendî û bi hêz, Sûriye bi wê modelê nagihîje ti encamekê. Pêwîstî bi wê yekê heye ku li modelek din were fikirîn. Tu carî em behsa wê nakin ku ew modela ku niha li Herêma Kurdistanê heye, li wir were kopîkirin. Me ew negotiye, me gotiye li gorî taybetmendiya Sûriyê û rewşa wan, divê ew xwe bi wê rastiya ku li Sûriyê heye re biguncînin. Mixabin li Şamê fikrek heye ji bo rêveberiyeke navendî ya bihêz. Em bawer nakin ku ew navendîyeta bihêz bikaribe paşeroja Sûriyê ber bi başiyê ve bibe. Em bawer dikin ku divê mafên wan neteweyan hemûyan yên ku li Sûriyê hene di çarçoveya Sûriyê de ji wan re werin dayîn û bigihîjin mafên xwe. Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide vê nêrînê û dê ji bo vê yekê alîkar be. Ya ku cenabê we îşaret pê kir, ez bawer dikim Tirkiyê pir dixwaze ku ew pirsgirêk werin çareserkirin, lê ez bi xwe wisa nabînim ku ger Tirkiyê got, ew ê werin bicîhanîn. Ne bi vî awayî ye. Xwendina min ne bi wî awayî ye. Berevajî, bi baweriya min Tirkiyê hewl jî daye, hewl jî dide ji bo ku ew pirsgirêk werin çareserkirin, lê ev mijareke navxweyî ya Sûriyê ye û divê ew rêveberiya ku niha Sûriyê bi rê ve dibe, bigihîje wê baweriyê ku divê modelek rastbîn û rast ji bo paşeroja Sûriyê pêşkêş bikin.
Pêşkêşkar: Demek berê ez di meha Çileyê de li Rojava bûm, min bi General Mezlûm Ebdî re gotûbêjek hebû. Xeta wan a Sor ew bû ku divê Hêzên Sûriye Demokratîk wekî yekane hêz bimînin, ne ku tevlî artêşa Sûriyê bibin. Gelo bi baweriya cenabê we Tirkiyê an dewleta Sûriyê amade ye ku wê daxwaza Rojava qebûl bike?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Tu dizanî çawa ye? Ez bawer dikim ne rastî ye ku bi ferdî tevlî artêşa Sûriyê bibin. Ev ne rast e. Em jî bi heman awayî di sala du hezar û sê de, Kak Mesrûr jî li vir e, heman pirsgirêka me bi Amerîkîyan re hebû. Amerîkîyan ji me re digotin divê hûn di nav artêşa nû de bin. Me got ev ne kirdarî ye, ne rastî ye. Paşê piştî sê rojan gotûbêj kirin û hatin ser wê yekê ku navek ji bo Pêşmerge bibînin, gotin Şerkerên Çiya, Mountain Rangers. Wan ew nav dîtin. Ez tê bîra min, wê demê ji Kak Mesrûr pirsîn, gotin: Ger em vî navî wergerînin zimanê Kurdî dê bibe çi? Kak Mesrûr jî ji wan re got dê bibe Pêşmerge. Ji bo wan jî her heman mijar e. Ne rast e ku tu ji wan re bibêjî ferd bi ferd divê hûn werin nav artêşa Sûriyê. Divê formulek din were dîtin. Baş e, niha wek mînak kampa Holê pirsgirêka herî mezin e. Nêzîkî deh hezar kesên ku pir tundrew in, DAIŞ bûne li wir di zîndanê de ne, çarenûsa van çawa be? Ev divê bi diyalog û gotûbêjê di navbera Şam û birayên me yên di HSD'ê de were çareserkirin. Em bawer dikin ku divê HSD di zûtirîn dem de hin gavan bavêje. Ji meha sêyê ve wan hin rêkeftinan îmze kirine, heta niha yek ji bendên wan rêkeftinan nehatine cîbicîkirin. Li benda çi ne? Nizanim!
Pêşkêşkar: Kê bicîh nekiriye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ji aliyê her du aliyan ve nehatiye bicîhanîn, lê bêtir axaftin li ser HSD'ê ne ku wê bicîh nekiriye. Divê ev bi diyalogê were çareserkirin. Li benda çi ne? Dê çi bibe? Em dibînin ku rewşa Sûriyê roj bi roj diguhere. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku Kurdên li wir divê vê derfetê ji dest nedin. Divê bi diyalogê û di zûtirîn dem de ev pirsgirêk werin çareserkirin, rola me ya li Herêma Kurdistanê jî careke din rola alîkarî û hevkarî ye.
Pêşkêşkar: Pirseke ku ez pir dixwazim vê pirsê bikim ji ber ku ez ji Rojhilatê Kurdistanê me, divê ez vê pirsê bikim. Ez dizanim di sala du hezar û bîst û çaran de, careke din di meha Çileyê de, Îranê êrîşeke mûşekî li ser Başûrê Kurdistanê kir. Got ku li Hewlêrê odeya sîxurî, an baregeha sîxurî ya Îsraîlê Mossadê xistiye. Yanî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê tawanbar kir ku ew li gel Îsraîlê li dijî Îranê kar dike. Lê pênc meh piştî wê, ez tê bîra min cenabê we çû Tehranê. Xalîçeya sor ji we re raxistin û di du rojan de hem bi Rêberê Hikûmeta Îranê Ayetullah Xamineyî re we hevdîtin kir, hem jî bi Serokkomar û Serokê Parlamentoyê û çend berpirsên din re. Çi guherî di nav pênc mehan de ku hûn bi wê yekê tawanbar bûn ku hûn li gel Îsraîlê li dijî Îranê şer dikin, wisa pêşwazî li we kirin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ez bawer dikim ev hinekî pêwîstî bi zelalkirinê heye. Yekem tişt wek bingehekê Îran cîranekî me yê girîng e, siyaseta Herêma Kurdistanê jî bi Îranê re her tim ew bûye ku dixwaze têkiliyeke baş û bê pirsgirêk hebe. Mînak niha ger tenê ji aliyê aborî ve hîsab bikî, di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de nêzîkî yanzdeh heta diwanzdeh milyar dolar danûstandina bazirganî heye. Piraniya wê ji Herêma Kurdistanê ye. Siyaseta Herêma Kurdistanê tu carî ew nebûye ku alîkariya tu aliyekî bike li dijî Komara Îslamî ya Îranê. Komara Îslamî berê alîkariya me kiriye û em bi spasiyeke mezin li hemû alîkariyên ku daye dinêrin. Wek min got, em dixwazin di herêmê de bibin faktorekî ewlehî û aramiyê. Berê jî me ew siyaset hebû, niha jî heye, di pêşerojê de jî dê hebe. Ez wisa bawer dikim ku hin têgihiştin di navbera me û Îranê de hebûn. Lê gelo me alîkariya tu aliyekî kirîye li dijî wan? Tu carî me tiştek wisa nekiriye û nakin jî. Ji ber ku bingehek heye ku em di siyasetê de pêşve dibin, ew jî ew e ku em dixwazin bibin faktorekî ewlehî û aramiyê, ew têgihiştin jî ez bawer dikim bi wê serdana ku me ji bo Tehranê kir û bi taybetî piştî dîtina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê û berpirsên din ên Îranê, heta radeyekî mezin me karî di van dosyan de bigihîjin têgihiştineke hevbeş, ya ku heta niha jî berdewam e û ez hêvîdar im ku ew her berdewam be.
Pêşkêşkar: Ez dixwazim vê pirsê dubare bikim: Gelo bi rastî siyaseta we guheriye, an jî tawanbarkirin neheq bû?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Sedî sed ew tawanbarkirin neheq bûn. Ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye ku bibe beşek ji pirsgirêkê bi tu aliyekî re ji bo Komara Îslamî ya Îranê. Ez bawer dikim ku ew bêtir hatin ser wê baweriyê. Pirsgirêk em nebûn. Em berê jî wisa bûn, her tim me gotiye û em dibêjin ku em spasiya Komara Îslamî dikin ji bo hemû alîkariyên ku ji me re kirine.
Pêşkêşkar: Cenabê Serok, em dizanin pirsgirêka Kurd li Sûriyê, li Tirkiyê, li vir heta li Îranê jî, sê sal berê dema ew hemû xwepêşandan çêbûn, bi rastî pirsgirêka Kurdistanê pir girîng bû. Bi dîtina cenabê we eger ev pirsgirêk li Bakurê Kurdistanê çareser bibe, eger pirsgirêka Kurd li Rojava bi aştiyane bi awayekî aştiyane çareser bibe, dê çi bandorê li ser ewlehî û rewşa aborî ya gelê herêmê bike, ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo Tirkiyê, ji bo Îranê, ji bo Iraqê, ji bo Sûriyê?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Siyaseta înkarkirinê di van hemû salan de çend qezenc kiriye li herêmê? Ew siyaseta ku înkara Kurd dike, serketî nebûye. Îspat bûye ku siyaseta înkarkirinê serketî nebûye. Em bawer dikin ku bi berçavgirtina rewşa Kurd li her welatekî, divê ew pirsgirêk werin çareserkirin. Cenabê we îşaret kir ku rastiyek heye, mînak li Îranê tiştek heye bi navê pirsgirêka Kurd, li Tirkiyê heye, li Sûriyê jî heye. Ev divê werin çareserkirin. Siyaseta Herêma Kurdistanê ew e ku divê ev çareserî hebe. Em nayên tu modelekî pêşkêş bikin û bibêjin bi vî modelî divê em çareser bikin. Em bawer dikin ku çareserî divê li gorî berçavgirtina rewşa Kurd û pirsgirêka Kurd be di çarçoveya wan welatan de ku Kurd tê de dijîn. Lê îspat bû ku siyaseta înkarê nabe. Cenabê we dibêje ger ev werin çareserkirin dê çi bibe? Ez bawer dikim ku ger ev pirsgirêk werin çareserkirin, dê asoyek din li herêmê çêbibe. Asoyek ku hem ji aliyê siyasî ve, hem ji aliyê aborî ve û ji bo hemû aliyan dê sûdmend be.
Pêşkêşkar: Gelek spas. Ez bawer dikim dema me xilas bû. Gelek spas ji bo cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Gelek spas ji bo dema we.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ew cihê Kak Mesrûr bû, lê tiştek nîne ez qebûl dikim. Gelek spas ji bo we.