
Êvariya îro dûşem 04.08.2025 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi mebesta malavayî û xatir xwestina bi dawî hatina erka xwe, pêşwaziyê li xanima Christiane Hohmann Balyoza Almanya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî, pesnê asta peywendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina alîkariyên hevbeş li hemû waran da bi Almanya re, dûpat kir.
Her wiha rêzdar ji bo erk û hewlên wê yên bi navê zêdetir bihêzkirina peywendiyên welatê xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re spas û rûmetên xwe pêşkêşî bi xanima Hohmann kir û hêviya serkeftinê li erka wê ya nû de xwest.
Ji aliyê xwe ve xanima Hohmann ji bilî nîşandana xweşhaliyê, ji bo wê dema erka xwe ya li Iraqê, rûmetên xwe ji bo piştgîriya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê li serxistina erka wê de derbirî. Her wiha dûpat kir ku welatê wê bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û xwazyare li hemû kert û waran da zêdetir pêşbixin.
Peywendiyên Hewlêr - Bexda, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriye û navçeyê bi giştî, mijareke dinê vê hevdîtinê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê amade bû.
