
Di çarçoveya karnameya xwe ya li Konferansa Asayîşa Munchenê da, îro piştî nîvro înê 14.02.2025ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di dîdarekê da digel dostê dêrîn yê Kurdistanê û endamê Senatoyê Amerîkayê birêz Senator Chris Van Hollen, spasiya piştevaniya berdewam ya Kongresa Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Birêz Senator Hollen, ji aliyê xwe ve, rola Herêma Kurdistanê di parastina ewlehî û aramiya navçeyê da bilind nirxand û tekez li ser berdewamiya piştevaniya Kongres û dostên gelê Kurdistanê li Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Pêşhatên dawî yên li navçeyê bi giştî û encamên wê yên li ser Rojhilata Navîn jî di hevdîtinê de hatin nirxandin.