Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, sibehiya roja yekşemê 19.01.2025 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Nazmî Hizûrî Konsulê Giştî yê Filistînê kir ku, bi mebesta bi dawî hatina erkê xwe serdana Serokê Herêma Kurdistanê kiribû.
Di hevdîtinê da Serok Barzanî spasiya kar û xebatên birêz Hizûrî yên ji bo pêşxistina peywendiyên Filistînê bi Herêma Kurdistanê re kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê paşerojê da xwest.
Birêz Hizûrî, ji aliyê xwe ve, spasiya piştevanî û alîkariya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê di serkeftina erkê xwe da kir û xwesteka Filistînê jî ya ji bo pêşxistina têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dupat kir.
Agirbesta li Xezzeyê û pêşhatên dawî yên li herêmî mijareke din ya vê hevdîtinê bûn.