Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê birêz Michele Camerota kir ku bi helkefta bi dawî hatina erkê wî û ji bo xatir xwastinê vê serdanê kiribû.
Di hevdîtinê da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên Konsulê Giştî yê Îtalyayê yên ji bo berfirekirina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû da xwest.
Ji aliyê xwe ve, birêz Camerota spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya wan di serxistina erkê wî da kir. Herwiha tekezî li ser xwesteke welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re û berfirehkirina hevkariyên hevbeş yên di navbera wan da kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Îtalyayê kir
2024-12-05T11:21:00.000000Z