Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Macaristanê kir

2025-05-25T11:44:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Piştî nîvroya îro yekşem 25.05.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo xatir xwestina bi dawî bûna erkên wî, pêşwaziya birêz Attila Toth Konsulê Giştî yê Macaristanê li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî, digel spasî kirina birêz Toth ya ji bo kar û hewlên wî yên pêşvebirina têkiliyên welatê wî bi Herêma Kurdistanê re, hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsulê Giştî yê Macaristanê, spas û pêzanînên xwe ji bo piştgiriya birêz Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar di serxistina erkê wî de dubare kir, herwiha xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşvebirina zêdetir a têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re, nîşan da.