Êvara îro înê 13/02/2026, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel xanima Reem Alabali-Radovan, Wezîra Federal a Almanyayê ji bo Hevkariya Aborî û Pêşketinê, civiya.
Di civînê de behsa projeyên Almanyayê û hevkariyên wê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin, bi taybetî di warên avakirin, pêşxistina mirovî û piştgiriya reforman de. Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo rola Almanyayê di alîkariya koçberan û başkirina binesaziya xizmetguzariyê de dubare kir, bi taybetî spasiya Almanyayê kir ji bo hevkarî û piştgiriya xûşk û birayên Êzdî.
Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez li ser parastina mafên pêkhatan û çanda pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê kir. Ji aliyê xwe ve, xanima Radovan tekez li ser berdewamiya hevkariyên welatê xwe kir û hewldanên Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên pêkhatan û pêşxistina warên cuda yên pêşketinê bilind nirxand.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriyên Almanyayê ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê kir
2026-02-13T20:22:00.000000Z