
Êvara îro Şemî 23/08/2025, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Balyoz Steven Fagin, Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, kir.
Di hevdîtinê de, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr - Bexda, pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, û peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kirin. Her wiha li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexda bi diyalog û lihevkirinê de, hevra û hevfikir bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spasî û pêzanînên ji bo rola birêz Fagin di pêşxistina peywendiyên welatê xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, hewldanên wî yên ji bo nêzîkkirina nêrînên Hewlêr - Bexdayê bilind nirxand.
Pêşhatên dawî yên herêmê û çend mijarên din ên girîngiya hevbeş, babeteke din a hevdîtinê bû ku birêz Serokê Dîwan û Sekreterê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê û Konsûla Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, tê de amade bûn.
