Êvariya roja şemiyê 30.11.2024 li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Elena Romanowski Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir ku bi helkefta bi dawî hatina erkê wê û ji bo xatir xwestinê serdan kiribû.
Di hevdîtinê da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya kar û hewlên xatûn Romanowski yên ji bo pêşxistina peywendiyên welatê xwe û Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê li erkê wê yê paşerojê da xwest. Ji aliyê xwe ve xatûn Romanowski spasiya hevkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê kir ku, di erkê xwe da serkeftî be.
Danûstandinên aliyên serkeftî yên di hilbijatina Parlementoya Kurdistanê da ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê, peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û pêşhatên Rojhilata Navîn hatin gotûbêj kirin. Di vê civînê da Konsulusê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê jî têda amade bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî Supasiya Balyoza Emerîkayê dike
2024-11-30T17:45:00.000000Z