
Berî nîvro ya îro çarşema 26.02.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariya Korbenda Hewlêrê da kir ku Navenda Lêkolîna Rûdaw ê li Hotela Rotana heta sê rojan birêve dibe. Her yek ji rêzdaran Dr. Letîf Reşîd Serok Komarê Iraqa Federal û Dr. Mehmûd El Meşhedanî Serokê Encumena Nûnerên Iraqa Federal û hejmarek ji berpirsên bilindên Iraq û Herêma Kurdistanê, pîspor û mîhvanên ji hejmareke zêdeyê welatên cîhanê têda beşdar bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya paneleke vê korbendê da kir û têda di derbarê çend babetên girîng yên di derbarê rewşa giştî ya navçeyê û êraq û Herêma Kurdistanê de axaft.
Di destpêkê de li bersîva pirsiyareke di derbarê wê yekê ku gelo kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kengê pêk tê? Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Niha ku em li vir rûniştîne her li Hewlêrê şanda YNK û PDK li ser pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijûlî guftûgoyekê ciddî dane. Dibe ku pirsiyara ewe bê kirin ku ev pirs piçek dirêj bû. Lê belê em bawerin ku pêwîste demeke baştir bidîn. Niha YNK û PDK li proseyekê guftûgoyê dane ji bo wan bingehên ku ji her du aliyan re girîngin li peymanek da bêne bi cîh kirin û bibê bingehek ji bo pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Eve li aliyek, li aliyeke din ve Herêma Kurdistanê sala derbasbûyî hilbijartineke gelek serkeftiyane birêkir û rêjeya beşdariya xelkê Kurdistanê li hilbijartinan % 72 bû. Eve birastî cihê şanazî û spas kirina gelê Kurdistanê ye ku bi awayeke berpirsiyariyê ve reftarê beramber bi hilbijartinan de kir. Di heman demê de jî berpirsiyariyeke ji bo YNK û PDK, berpirsiyariyek dixe ser milê bi taybetî YNK û PDK wekî du partiyên serketî. Partiya yekem û partiya duyem û pêwîste wê çaverêyî ya ku xelkê li wan heye li ber çav bigrin. Hewleke ciddî bidin û hikûmeteke çalak ava bikin. Hikûmetek ava bikin ku cihê bawerî û cihê hêvî û umêda xelkê Herêma Kurdistanê ya bi hemû pêkhatên wê ve be. Ev guftûgo eger dirêj jî bibin, lê belê li encamê da şahîdê ewe bîn ku hikûmetek ava bê li ser bingehek bê ku ji bo xelkê Herêma Kurdistanê cihê baweriyê bê. Ez bawerim em dikarin wê dereng ketinê jî li ber çavan bigrîn".
Di derbarê bandora hilbijartina bê ya Parlemena Iraqê ku meha 10 ya îsal tê encam dan, li ser guftûgoyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar ragihand: "Bi nêrîna min pêwîst nake van du tiştan tevlî hevdû bikîn. Ew hilbijartina me li Herêma Kurdistanê encam da, birastî cihê xwe ye dîsa spasî hevkarî û piştgiriya tevahiya Bexdayê bikim. Spasî Serok Wezîr bikîn, spasî Serokê Parlemen û Parlemena Iraqê bikîn, spasî Dadgeha Federaliya Iraqê bikîn. Her wiha Encumena Dadwerî û birêz Serok Komarê Iraqê ew hemû yarmetîder bûn bo ku bikarîn hilbijartineke serkeftiyane encam bidîn. Ev du babet divê ji hevdû bêne cûda kirin û ez bawerim xelkê Kurdistanê li benda ewe ye ku ev hikûmete gelek zûtirî wê bê pêkanîn û hêvîdarim eve bi ciddî wergirin, ji ber ku wekî ku min behs kir ew % 72 ya beşdarî kirinê û ew deng û ew baweriya ku gelê Kurdistanê bi van partiyan daye, her ewe jî wiha dike ku ev partî lezê li pêkanîna Hikûmetê da bikin".
Li bersîva pirsiyareke din da ku gelo virjin û asteke din ya peymana stratejiya di navbera PDK û YNK ji encama wan guftûgoyan da ava dibe? Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: "Eger temaşa peymana stratejiya di navbera YNK û PDK bikîn, li qonaxa wê peymana ku me hebû û me jê re digot peymana stratejiyê, şahidê qonaxeke gelek avadanî û pêşketinên siyasî û civakiya Kurdistanê bûyîn, li saye ya wê peymana ku me bi YNK re encam dabû û me jêre digot peymana stratejiyê, dibe ku ewê niha bi tevahî bi nav dikîn û nabêjîn peymana stratejiyê,, lê belê bingeheke rast ya îdarî û siyasiye bo ku çawa hikumdariya li nava Kurdistanê da çareser bikîn û wan kêşeyên ku li rêya me dane çi li rûyê îdarî yan siyasî ve hewl bidîn li nav wê peymana niha bi YNK re dikîn, çareseriya wan bikîn û wan bi cîh bikîn".
Di derbarê wê yekê ku tenê YNK û PDK kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêktînin, yan aliyên din jî têda beşdar dikin, yan rikeberek bi hêz dibe?
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê: "Eger rastiyê bixwazî YNK û PDK bi hemû aliyan re hewl dan. YNK jî hewl da bi aliyan re bi bê PDK hikûmetê pêk bîne û PDK jî hewl da. Lê belê naçê serî. Divê ev du partî bi hev re rûnin û hikûmetê pêkbînin. Bêguman pêkhatên din jî têda beşdar dibin, lê belê serekiyê wan PDK û YNK dibin".
Di derbarê rewşa navçeyê û guhertinên dawî û bandorên wê yên li ser rewşa Kurd bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî û guftûgoya Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi aliyên Kurdistaniyan re, ya di derbarê wan guhertinan de, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Em bi hemû aliyan re dipeyvin û dibe ku me civîneke hevbeş nekiriye û bibêjîn civînek bikîn û li nav wê civînê de van tiştan behs bikîn, lê belê em bi hemû partiyan re li peywendiyê de berdewamîn û axaftina me jî li vî derbarî de heye û ev partiyên ku li Kurdistanî ne jî hemû bi xemxuriyê ve vê pirsê dixin ber behs û lêkolînê û berdewam em agahdariya hevdû ne".
Di derbarê serdanên rêzdar yên Bexda û civîn û hevdîtinên bi aliyên cûda re, bi taybetî Desthilata Dadwerî û berdewamiya wan serdan û hevdîtinan wekî çareseriyek ji bo hemû kêşeyên Hewlêr ـ Bexda, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê got: "Bila wiha behs bikim ku kêşeya di navbera Hewlêr û Bexda çî ye? Bila waz li hikûmetê jî bînîn. Mezintirîn kêşeya ku me heye, bi nav me sîstemeke federalî heye, lê belê li pêkanîn û bi cîh kirinê de ewê ku li Iraqê tê kirin hemû tişteke tenê ne federalî ye û gelek dûre ji federalî û merkeziyeteke yekcar zêde merkeziye. Kêşe eweye ku Bexda temaşa Hewlêrê dike, wiha dizane Hewlêr neku tenê wekî sîtemeke federalî muamele nake, belku wekî welateke xwedî serwerî û endamê Neteweyên Yekgirtî muameleyê dike. Lê belê ku Hewlêr jî temaşa Bexdayê dike ew muameleya Bexda bi Hewlêrê re encam dide hinde merkezîne hinde merkezîne, li hîç sîstemeke federalî ya li cîhanê da ew tişt nîne. Eve rastiya wê ye û ji bo şikandinê nîne. Ez bawerim eve çend care ku diçime Bexda bi taybetî bi hevbeşên xwe yên li Iraqê re vê guftûgoyê dikin û dibêjim werin bila rûnîn û pênaseyeke rast û dirust li ser sîstema federalî de bikîn. Eger vê kêşeyê çareser bikîn, li wê baweriyê da me ji bo aramiya siyasiya Iraqê jî baş dibe. Ew aloziya îro li navbera me û Bexdayê da heye li encama pirsa desthilatane. Kî desthilata çi heye? dibe ku me hinek karan encam dabe ji federaliyê zêdetir bê, lê belê wan jî wê muameleya ku bi Herêma Kurdistanê dikin muameleyeke zêde merkeziye. Divê li cîhek rûnîn û van guftûgoyan bi awayeke ciddî bikîn. Ev guftûgo kilîla çareseriya sîyasî ya rewşa Iraqê ye. Her li vê çarçêweyê da me guftûgoyê bi Desthilata Dadweriya Iraqê re jî kiriye, bila eşkere bipeyvim, belê dema behsa ewe dihate kirin ku her nabê bi wan re rûnîn, lê belê dema bi wan re rûniştîn me asoyeke din li pirsa bi hev re kar kirinê de dît. Min Serokê Dadgeha Federaliya Iraqê vexwendiye û min got, ji bo çi nayên yek ji civînên xwe li Hewlêrê encam bidin. Hewlêr beşeke ji Iraqê û em beşekîn ji Iraqê, kerem bikin werin, kerem bikin yarmetiya me bidin û pênaseya federaliyê ji bo me bikin. federalî çî ye? ez bawerim eger ew kêşe çareser bibê, rojek ji rojan ewe nabê kêşe ku pere neşandin û mûçe bû bi nûçe. Kêşeya serekî li sîstemê dest pêdike. Sîstema Iraqê sîstemeke federalî nîne, bi nav federaliye lê belê li naverok û bi cîh kirinê da gelek dûre ji federaliyê. Belê vexwendinê jî qebûl kir û li Serokayetiya Herêma Kurdistanê di navbera me bi Desthilata Dadweriya Iraqê re gelek xweşe, ewan jî bi spasiyê ve vexwendinê qebûl kirine bêne Herêmê".
Di derbarê serdana dawî ya Bexdayê û behs kirina henarde kirina nefta Herêma Kurdistanê li derve bi birêz El Sûdanî re û amadekariyên li vî derbarî de, Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: "Ewê ku peywendî bi Tirkiyê ve heye, Tirkiye berdewam ragihandiye ku ew amadene û kêşe nebuye ku Herêma Kurdistanê neftê henardeyê derve bike. Yekem tişt ev pirsa neftê çend careke din jî min dûpat kiriye. Nêrîna me ewe ye ku neft kalayeke bazirganiye û bi siyasî temaşe nakîn. Kerem bikin li encama ewê ku Iraq bi taybetî Endamên Parlemena Iraqê ku heta niha deng ji bo ewe nedaye, nêzîkî nozdeh heta bîst milyar dolar ziyan li ber Iraqê ketiye. Eve ji bo Iraqê pereyeke yekcar zêdeye, xweş bextane ku me bi birêz Serok Wezîr re axaft, bi spasiyê ve ji bo cenabê Serokê Parlemen ku îro li vir kerem kiriye û rûniştiye, ewî jî pêdagîriyeke zêde kir ku divê yekser hemwara yasayê bê bi cîh kirin. Niha beşa teknîkî li babetê da maye û hemû tiştek amadeye û Tirkiye amadeye, aliyê Iraqê jî amadene û hinek pirsên teknîkî heye wekî pereyê kompanyayan çawa bê wergirtin û bi çi awayek bê, eve tiştên teknîkî ne lê belê biryar li ser prensîpê hatiye dayîn û çaverêya ewe dikîn di demeke nêzîk da nefta Herêma Kurdistanê henardeyê bendera Ceyhan û derve bê kirin".
Di derbarê rola Amerîka û Rûsya ya li vî derbarî de, rêzdar eşkere kir: "Bêguman Amerîka wekî hevbeşeke serekî, rola Amerîka roleke hander bûye bo ku ev babet bi zû bê çareser kirin. Ji ber ku beşek ji van kompanyayan Amerîkî ne û bêguman Amerîka gelek hewl daye ku eve bê kirin. Belê Rûsya jî hewl daye, ji ber ku hinek ji kompanyayên Rûsî jî li Herêma Kurdistan kar dikin, lê belê Amerîka wekî hevbeşê serekiyê Iraq û Herêma Kurdistanê rola wê li wir de hebûye ku hana her du aliyan daye Bexda û Hewlêr, her wiha hana Enqere jî daye heta bi zûtirîn dem ev kêşe bê çareser kirin û neft bê henarde kirin".
Di derbarê bandora henarde kirina neft li ser budce û mûçeya Herêma Kurdistanê û çawayî ya mîsoger kirina wê ji aliyê birêz El Sûdanî ve, Serok Nêçîrvan Barzanî ragihand: "Pirsa mûçe, cenabê Serokê Parlemen li civîneke rûniştibûyîn li Hevpeymaniya Dewlet û birêz Serokê Parlemen jî çawa niha li axaftinên wî de eşkere bû, li wir jî her bi wê eşkereyî yê got: Kêşeya Herêma Kurdistanê çareser bikin, Biryara Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê jî rûne. Dadgeha Federalî dibêje, divê mûçe ji wan kêşeyan bê cûda kirin ku bi Bexda re heye. Me civînek kir, bi hevre bende bi Serokê Dadgeha Federalî û Serok Wezîr em her sê, li wir da Serokê Dadgehê gelek rûn bû ku divê mûçe bê cûda kirin. Birastî birêz Serok Wezîr jî ewê ku ji dest hatiye ji bo dabîn kirina mûçeya mûçexorên Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve kêmasî nekiriye, hinek pêdagirî jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê bi cîh bike. Wekî nêrîna xwe wekî Serokê Herêmê, ez bawerim Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gelek şefafiyetê ve li vê navberê de muamele bi Bexda re kiriye. Hêvîxwazîn pirsa budce nebê babeta serekî ya peywendiyên di navbera me û Bexdayê. Em temamkerê hevdû ne li Iraqê, li hinek waran da yarmetiya wan didîn û li hinek waran da ew yarmetiya me didin. Me pirseke din heye, me maddeya 140 heye, me pirsa Pêşmerge heye û gelek tiştên din heye û nabê eve hemû li pirsa budce û mûçeyê da bêne komkirin. Mûçe mafê mûçexûrên Herêma Kurdistanê ye, Serok Wezîr û Dadgeha Federalî û Parlemena Iraqê li gor destûrê divê wê mafê ji bo mûçexûrên Herêma Kurdistanê wekî beşek ji Iraqê bi cîh bikin û eve mafeke destûrî ye. Hemû hewla me jî ewe ye bigihîn xalek babeta mûçe ji nûçe û nûçeyên bi lez, bi hêviya xwedê derbikevê".
Li bersîva pirsiyareke din ya di derbarê girîngiya projeya rêya geşepêdanê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "We guh da axaftinên Serok Wezîr li ser pirsa projeya rêya geşepêdanê ku dergeheke mezin ji bo Iraqê vedike li rûyê aramiya sîyasî û aborî ve, lê belê li heman demê de ev rê divê bi awayek bê kirin, bila ez wiha bibêjim eve projeyeke stratejiye. Gelek jî mezine, eve divê welat bike bi yek, neku cûdahiyê peyda bike. Ji aliyê me ve, em li Herêma Kurdistanê gelek girîngiyê bi wî didîn bizanîn ev rê li kû da diçe?! Bi çi rêyek da û çawa diçe û dîzayna wê çawa hatiye kirin? Em bawerin divê bi awayek bê kirin ku Herêma Kurdistanê û pêkhatên wê jî li Iraqê da sûd ji vê projeyê bibînin. Ev proje divê bi awayek bê dîzayn kirin ku welat bike bi yek û baweriyê ava bike, eger bizanim dîzayn bi awayek hatiye kirin tenê ji bo wê yekê Herêma Kurdistanê têda hîç destkeftî nebê, gelek asayî ye piştgîriyê nakîn. Heta niha nizanim dîzayna wê çawa ye, lê belê li guftûgoyeke ciddî dayîn ku ev dîzayn divê bi awayek bê kirin ku Herêma Kurdistanê jî têda sûdmend bê. Bêguman ewê ku peywendî bi Tirkiyê ve heye, Tirkiye amadeye vê karê bike û wê beşa ku peywendî bi wî ve heye ku bi çi rêyek da biçe, Tirkiye helwesta wî rûne û dibêje eve pirseke navxweya we bi xwe ye. Dikarîn çareser bikîn û hêvîdarîn li Bexda bi vî awayî temaşa vê projeyê bê kirin, bi awayek ku çawa ev proje dibê sedema avakirina bawerî û întîmaya welat, bi cîhek da biçe ku em hemû aliyek jê sûdmend bibîn".
Paşê di derbarê dûrxistina Iraqê ji wan gengeşe û guhertin û cengên li navçeyê da hene, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê got: "Li vî derbarî de du tişt heye, ya yekem eger temaşa rûdanan bikîn dibînîn Serok Wezîrê Iraqê û dewleta Iraqê bi awayeke gelek bi hişmendiyê muameleyê kirine û nehiştine agirê navçeyê bê ser Iraqê û Iraqê jê dûr xistine. Nêrîna me jî ewe ye ku pêwîste Iraq ji vê dûr bê. Iraq bi xwe gelek kêşeyên mezin hebûye li sala 2003 ve, cenabê Serokê Parlemen qonaxên cûda cûda xiste rû, niha mijûle hêdî hêdî Iraqî piçek radibin û dikarin hatin û çûnê bikin û aborî pêş bikeve û baştir bibê, niha dema ewe nîne Iraq ji bo van tiştan bê rakêşandin. Duyem divê ew hêzên çekdar bikevin bin kontrola hikûmetê. Nabê her hêzek bi dilê xwe li nava Iraqê da tiştek bike û kêşe ji bo hikûmetê ava bike. Bi eşkere bibêjim eger ev kareke wiha bikin li encamê da em hemû alî ziyanê dibînîn û gelek jî zererê dikîn. Li rûdanên Sûriyê da ku Serok Wezîr biryarê da nehêlê hêzên çekdar biçin Sûriye, biryareke zêde hişmendiyane bû û Iraqê ji agireke zêde mezin parast. Iraq bi yek tişt tê parastin ku dûr bê ji wan gengeşe û nakokiyên ku li navçeyê da heye. Divê Iraq beşek bê ji yarmetîdanê neku beşek bê ji kêşeyê. Eger wiha nebê ez bawerim Iraq rûbirûyê kêşeyên gelek mezin dibe".
Di derbarê bi proseya aştiyê li Tirkiye û rola Herêma Kurdistanê bi taybetî cenabê wan li vî derbarî de û hêviya serkeftina proseyê û bangewaziya çaverê kiriya birêz Ebdulla Ocelan de, Serok Nêçîrvan Barzanî ragihand: "Dikarim bibêjim ku ev prose proseyeke ciddî ye û gelek bi ciddî li Tirkiye dest pêkiriye. We bi xwe jî dît ewê ku gelek pêdagîrî li ser bi cîh kirina vê proseyê dikir birêz Dewlet Baxçelî bû ku niha li nexweşxaneye û min got divê em hemû duayê ji bo wî bikîn, bi hêviya xwedê tendirustiya wî baş bê. Ez bawerim prose proseyeke ciddî ye û eve proseyek nîne bi awayeke taktîkî hatibe rêkxistin. Rola me rola yarmetîdere û dest naxîne nav karubarê navxweya Tirkiye û rola me ewe ye çawa bikarîn yarmetîder bîn ev kêşe bê çareser kirin. Lê belê ewê ku ji aliyê me ve diyare, ev kêşe bi çek nayê çareser kirin. Bangewaziya Serok Ocelan nexşerêyek dibe ku çawa ev kêşe bi awayeke dirust bê çareser kirin û bi nêrîna min gelek dem dixwaze û pêşbîniya ewe nîne ev kêşe bi hêsanî û bi şev û rojek de çareser bibe. Ez bawerim bi wî awayî nabê, lê belê bêguman wiha tê çaverê kirin di demeke nêzîk da ew bangewaziye bê kirin. Bangewazî jî rûne ku bangewaziya aştî ye. Hêvîdarim PKK û hemû aliyên siyasiyên din pêşwaziya vê bangewaziya birêz Ocelan bikin û bikevine wareke dinê çareseriya siyasî li Tirkiye ku xêra hem Kurd û hem Tirk û wan hemû pêkhatan têda hebê ku li Tirkiyê da hene. Wiha çaverê dikîn. Pêştir jî belê rola me li vê pirsê da hebûye û niha jî ji bo her du aliyan me dûpat kiriye Herêma Kurdistanê amadeye her rolek ku peywendî bi hevdû nêzîk kirina van aliyan ve hebê, em amadene".
Her di derbarê aştiya li Tirkiyê û serdana şanda Dem Partî ya Herêma Kurdistanê û hevdîtina wan ya bi Serok Mesûd Barzanî û rêzdar û Serokê Hikûmetê û Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê re û anîna peyama birêz Ocelan de, Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: "Ewan gotin Serok Ocelan daxwaz kiriye ku ew bêne Herêma Kurdistanê û vê peyama ku peyama aştiye bigihînin. Her ewe bûye, wê demê û zêdetirî wê nebû ku peyama aştiye û dixwazê zû ragihîne û bangewaziya wî wiha dibê daxwazê ji PKK dike ku çek deynê û bikevin nava proseyeke siyasî. Me jî pêşwaziyê lê kir û me ji wan re got em amadene wekî Herêma Kurdistanê piştgîriya vê babetê bikîn û her çi bi me bê kirin li wê çarçêweyê da em amadene, peyama wan zêdetir eve bû".
Li bersîva pirsiyareke din ya di derbarê çekdanîna PKK û behs kirina qonaxa piştî çekdanînê û paşeroja endamên PKK, rêzdar ragihand: "Em nikarîn hemû naveroka wê ku hatine behs kirin li vir behs bikîn, lê belê bêguman yekem tişt ewê ku girînge çî ye? pêşwaziya PKK çawa dibê ji bo vê bangewaziyê? Eger ewe hate kirin, piştî wê dibe ku PKK divê konferansek saz bikin û pêşwazî kirina vê proseyê rabigihînin. Tiştên din ku prose çawa dest pêdike, eve hinek naveroke û me ji wan re got ku em amadene yarmetiya wan bidîn. Lê belê heta niha naveroka wê bi vî awayî rûn û zelal nîne û niha em li benda hengava yekemîn ku bi çi awayek PKK reftarê bi vê bangewaziya birêz Ocelan da dike".
Di derbarê bi egerê rêgedana Tirkiye bi birêz Ebdulla Ocelan ya ji bo wê yekê tevlî karê siyasî li Tirkiye bibe, rêzdar got: "Bi nêrîna min li proseyek da belê, bila rastbîn bîn. Ewê li Iraqê me heye em nikarin heman modelê li Tirkiye yan li Îranê hebê û gelek gelek cûdaye. Lê belê bêguman yek tişt heye. Eve proseyeke gelek bi hêdî û li ser xwe dimeşe. Zehmete bi lezkirina vê proseyê de hîç tiştek lê berhem bê û divê xweragirî û stratejî û dûrbînî û berdewamî hebê. Nefesa me kurte û em hedarê nakîn û dibêjîn hîç tiştek nehatiye kirin, eve proseyeke gelek aloze û ev kêşe kêşeya şev û rojek nîne û bi şev û rojek jî nayê çareser kirin. Lê belê ew hengavên ku hene li encamê da ez bawerim û wiha dibînim ku xêra Tirkiye û Kurd û hemû aliyekê têda heye".
Li bersîva pirsiyara dawî ya pêşkêşkarê panelê da ku di derbarê dîtina Serokê Amerîka Donald Trump li Parîs û serkirdeyên bilindên dinê cîhanê li Munich û behs kirina rewşa Sûriye li hevdîtinan de, bi navberî kirina cenabê wan ya ji bo rêgirtina li rûdana şer li sê taxên Helebê û berdewamiya navberî kirina li navbera HSD û desthilata nû ya Şam û Tirkiye jî heta radeyek, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Li rojên yekem de dilgiraniya me ya mezin ewe bû ku çawa bikarîn wan Kurdên li Helebê ne biparêzîn. Birastî bi spasiyê ve li vê pirsê da Tirkiye roleke mezin hebû, roleke yek alîker hebû. Spasî dewleta Tirkiye dikîn ku bi me re li ser hêl bûn û ewê ku ji destê wan bi taybetî li wan du sê rojên yekem de kirin. Gelek dilgiranê wan sê taxên Helebê bûn ku Kurd têda bû. Lê belê Tirkiye bi spasiyê ve ji bo cenabê Serok Komarê Tirkiye, ji bo Wezîrê Derve, ji bo Serokê Dezgeha Hewalgirî hemû gelek yarmetîder bûn ku kêşe dirûst nebê û birastî jî kêşe dirust nebû. Destpêşxerî jî yê me bû, ewe erkê me ye, ew birayê me ne li Sûriye û ku gihîşte wê yekê ku rûbirûyê kêşe bibin, em bi erkê ser milê xwe dizanîn ku divê ewê ji destê me bê kirin yarmetiya wan bidîn, berdewam jî dibîn û li wê rojê ve heta niha bi hemû awayek serkirdayetiya Herêma Kurdistanê neku tenê bende, hemû aliyeke din jî li serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ve hewla me bi awayeke berdewam ewe ye çawa dikarîn yarmetiya birayên xwe yên li wir bidîn. Peyama me jî ji bo wan birayên me yên li Sûriye ewe bûye ku divê li nav proseya siyasî ya li Sûriye bi xwe bibin û divê çaverêya ewe nekin bêne vexwendin. Divê hûn bi xwe biçin Şamê û li proseya siyasî ya li nav Sûriye ya nû da beşdar bibin. Divê Kurd li wir de beşdar bê. Bêguman ewê li Sûriye rû da neku tenê ji bo me çaverê nekirî bû, ez bawerim ji bo Ehmed El Şer bi xwe jî çaverê nekirî bû. Bawer nakim ew li wê baweriyê da bûbê bi vî awayî û wiha bi hêsanî bê. Eve plan nebûye, eve darûxan bûye, wekî ewê ku li Mûsilê rû da sala 2014, ji bo Ehmed El Şer jî bi heman awayî bû. Ez bawerim ew operasyoneke diyarkirî hebû ji bo navçeya Heleb û piştî wê darûxanê dest pêkir û hatine Şamê. Eve rastiyeke û eger temaşa pêşeroja vê grûpê bikî, rabirdûya wan heye mirov dibêje erê ewê dibêjin raste, rast nîne?! Lê belê ji aliyeke din ve temaşa wan peyaman bikî, ewê piştî hatine ser hukim, dibînîn ji hemû rûyek ve peyama wan ewe ye dixwazin kêşeyên Sûriye çareser bikin. Eger birastî siyaseta wan ewe ye ku dixwazin kêşeyên Sûriye çareser bikin, ez bawerim hemû aliyek divê yarmetiya wan bidîn bo ku vê karê bikin. Ji aliyeke din ve dilgiranîn ji ber ku hest dikîn gelek hest dikîn bi merkeziyetê vê karê birêve bibin. Bi merkeziyet bi wî awayî ku ewê dixwazin birêve naçê. Sûriye welateke fireh netewe û fireh olî ye û divê hemû aliyek li ber çav bê girtin. Eger hesabê ji bo aliyek neyê kirin ku beşdar bin li proseya siyasî Sûriye nû da, bêguman prose ser nakevê. Ev babete du aliyane ye, aliyê yekem me hewl da Kurdan biparêzîn û heta radeyekê zêde serkeftîn. Niha jî hewla me ewe ye çawa yarmetiya proseya siyasî bidîn. Pirsiyara cenabê te eger ewe ye ku gelo niha jî li nav wê babetê dayîn, belê niha jî em li nav dayîn û bi hemû aliyek ve mijûlîn û armanca me ya serekî ewe ye bigihîn çareseriyek li çarçêweya Sûriyê da. Nabêjîn ewê ku li Herêma Kurdistan û Iraqê me heye ewe bikîn. Nikarîn kopiya li Sûriye bi cîh bikin, her nayê kirin û zehmete, lê belê em bawerim eger proseyek dest pêbike û hemû pêkhatên Sûriye xwe li wê proseyê da bibînin, serkeftineke mezin ji bo Sûriye dibe. Şanseke mezine, ji ber ku ev gele êş û janên zêde dîtine, bi rastî jî hêjayî ewene êdî jiyaneke baştir bibînin".
Paşê amadebûyên panelê çend pirsiyarek pêşkêşî rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û di destpêkê de li bersîva pirsiyarek da, di derbarê pêgeha cenabê wan ya li ser asta navçeyê û navdewletî û dostayetiya wî ya bi Trump û zêdetirê serkirdeyên cîhanî û cihê Herêma Kurdistanê li guhertinên navçeyê da û radeya ciddiyeta desthilatdarên Tirkiye li proseya aştiyê da, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Bêguman siyaseta Herêma Kurdistanê beşeke li siyaseta Iraqê, biryarên Herêma Kurdistanê li çarçêweya Iraqê da dibe û ewe nîne ku endamê Neteweyên Yekgirtî bîn. Li çarçêweya Iraqê da kar dikîn û armanc û stratejiyeta me ewe ye ew agir ne ji bo Herêma Kurdistanê û ne jî ji bo Iraqê be. Eve xala yekem. Xala duyem belê me peywendî bi Serok Macron û bi Serok Trump başe û birastî me civîneke baş jî hebû, lê belê hê jî zûye bizanîn siyaseta Amerîka bi çi awayek dibe. Bêguman ewê ku girînge biryarên Herêma Kurdistanê li çarçêweya Iraqê de dibin. Di derbarê bi navçeyê û rewşa Hemas û Lubnanê jî ez bawer nakim dibe ku bi awayeke demkî tiştek rû daye, kêşeyek, yan lawaztir bûn ji berê. Lê belê eve pirsa geleke û ne bi şer tê çareser kirin, ne bi kuştinê tê çareser kirin. Bi berevajî ve ew gel xurttir û rijdtir dibin. Me dîtiye û xwedî dozîn û Kurdîn û wekî milletek ewe me bi xwe dîtiye. Hîç nema bi me nekin, gundên me wêran kirin û em kîmyabaran kirin û hemû tiştek bi me kirin, lê belê em ji nav çûyîn? ji nav neçûyîn, ji ber xwediyê dozê bûyîn, ew jî xwediyê doza xwe ne, ew xwediyê dozê ne nikarî bi hêsanî bibêjî ezê wan ji nav bibim, ji nav naçin. Serkeftineke serbazî bi dest ve hatiye raste, lê belê ev serkeftin eger tenê Îsraîl bi serkeftin bizanê û eger tercume neke ji bo serkeftina siyasî û her pêdagiriyê li ser çareseriya serbazî bike, ez bawerim li encamê da ji bo wan bi xwe û ji bo kesek ji me û ji bo Amerîka jî baş nabê. Eve nêrîna me ye. Hewla me hemû her ewe dibe bikarîn Iraq û Herêma Kurdistanê ji wê agirê biparêzîn û ez bawerim bi spasiyê ve dîsa Serok Wezîrê Iraqê wekî Serok Wezîr û Fermandeyê Giştî yê hêzên çekdaran ewê ku ji destê wî hatiye li vê çarçêweyê da kêmasî nekiriye".
Yek ji amadebûyan pirsiyarê di derbarê nêrîna cenabê wî ya di derbarê daxuyaniyeke rêzdar Bafil Talebanî Serokê YNK li Bexda ya li ser beşdariya Kurd bi yek lîst li hilbijartina paşerojê ya Parlemena Iraqê da, her wiha nerazîbûna dezgehên çavdêr yê warê rojnamevaniyê li hêzên emnî yên Herêma Kurdistanê û muameleya nedirusta wan beranber rojnamevanan û xwepêşandanên mamosta û karmendên hikûmetê de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: "Daxuyaniya Kek Bafil, yekemcar bû bibîstin, lê belê ez bawerim daxuyaniyeke gelek baş daye û eve pêwîstî bi wê yekê heye hêzên siyasî yên Kurdistanê bi hev re rûnin û biryarek bidin. Lê belê eger ew axaftina Kek Bafil em wekî destpêşxeriyek bibînîn, ez bawerim destpêşxeriyeke başe û eve nêrîna min ya şexsî ye. Lê belê gelo wekî partî me li nav xwe de behsa ewe kiriye yan wekî aliyên siyasiyan, me nekiriye. Wekî prensîp pêşwaziya axaftina Kek Bafil dikîn, dawiyê de her çi Kurd yekgirtî bê û bi hev re bin, dikarin destkeftên baştir bi dest ve bînin. Eve hatiye pejirandin, her çend berbelav bin û ji hevdû dûr bin, xelk kî kariye bikevê navbera wan û mixabin yariyê bi wan kirine, eve rûn û zelale. Di derbarê rewşa rojnamevanan axaftineke xêrê jî bike, bibêje niha baştire ji berê, divê ew axaftina xêrê jî ji bo me bikî. Bibeje piçek niha baştire ji berê. Hinek baştire, hewl jî didîn bi hêviya xwedê baştir jî bibe. Pênaseya Herêma Kurdistanê, pênaseyeke demokratiye, pênaseya Herêma Kurdistanê ewe ye ku xelk azade ku bîr û ramana xwe derbibrê, pênaseya Herêma Kurdistanê û rêzê Herêma Kurdistanê bi wan pêverane. Ez bi xwe wekî kes piştgîriyê li wê dikim ku rojnamevan azad bin li çarçêweya wê yasaya ku ji bo wan hatiye danîn. Li çarçêweya yasa û rêsayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Lê belê wekî bingeh divê azad bin û bikarin axaftina xwe bikin. Li Herêma Kurdistanê ku desthilata me heye hez dikîn rikeber jî hebê. Ji ber ku rikeber û desthilat temamkerê hevdû ne. Birastî jî ewe li Herêma Kurdistanê de hatiye selmandin ku me rikebereke çalak hebûbê li Parlemen, wiha nebûye ku bê bandor bin û gelek tişt hatiye guhertin. Tu nikarî demokrasiyeta me bi rojava re beramber bikî. Lê belê pirsiyar ewe ye ku gelo ber bi baştir diçîn? ez bawerim ji hemû rûyek ve ber bi baştir diçîn. Ji bîr nekin li dawiya roja hilbijartinê da du helmetên gelek mezin li nava Hewlêrê de hatin kirin. Ji aliyek ve YNK bi hemû alîgir û hezkir û endamên wê, ji aliyeke din ve jî PDK bi alîgirên xwe ve, eve çî ye? Eve nîşana têgihiştina gelê Kurdistanê ye li demokrasiyê ku divê bê spas kirin. Birastî hêjayî rêze ye, hûn bi xwe dizanin li hilbijartinên din da kêşeyên cûr bi cûr dirust dibû. Lê belê vê carê li nav bajarê Hewlêrê ewe tê encam dan. Demokrasî diyarî nîne ji aliyê kesek ve bê dayîn, proseyeke berdewamiya jiyanê ye, hêdî hêdî divê bê kirin. Êdî we hedar û tehemul hebê û me jî hebê, bi hêviya xwedê digihîne wê yekê ku mebesta me hemû aliyeke. Ewê mamostayan û mûçexuran, wekî prensîp, yekem mamostayan û mûçexûrên Herêma Kurdistanê mafê wan bi xwe ye daxwaza şayesteyên xwe û daxwaza jiyana xwe bikin. Lê belê pirsiyar bi awayeke din dikim ku dibêjin kes guh nade me, belê me gûh daye wan, min peyamek jî şand, ji ber ku min dizanî kêşe ber bi çareseriye û min got hûn agahdarî tendirustiya xwe bin û bi vê xwepêşandanê peyama we gihîşt, lê belê biraderîne demeke zêde ez Serok Wezîr bûm û yek ji her xelkê Silêmanî bû got bi şerefim ji Nûrî Seîd serkeftîtirî ewqas demek dirêj Serok Wezîr bûyî. Ew biradere her xelkê Silêmanî bû. Başe kijan Serok Wezîr li cîhanê de hez dike pere hebê û hikûmeta wî pere li ber dest bê û pereyê mûçexuran nede? Bes ji min re bibêjin li kû ev tişte dibe? Bêguman kêşe heye, kêşe jî niha hêdî hêdî ber bi çareseriyê diçin, lê belê eve rastiyeke me ye. Rastî jî ewe ye ku hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi ciddiyetê da ye ji bo wê kêşeyê çareser bike. Baweriya we hebê gelek şefafane bi Bexdayê re muamele kiriye. Ewe nîne bibêjî Hikûmeta Herêma Kurdistanê karê xwe encam nedaye. Bi berevajiyê ve hewla xwe daye, lê belê rastiyek heye ew kêşe me heye. Hewla me jî ewe ye ku divê wan kêşeyan çareser bikîn. Tenê ewe dibêjim ku em herdem qerzdarê mûçexûrên Herêma Kurdistanê ne. Divê berdewam spasiya wan bikîn, ji ber li berxwedan, berdewam divê spasiya wan bikîn ji ber têgihiştina wan ji bo rewşa siyasî û aborî û wan kêşeyên ku li navbera me û Bexdayê da heye, cihê spasiyê ye birastî, cihê destxweşiyê ye û bi hêviya xwedê, hêvîdarîn bi dest pêkirina henardeya neftê, bi biryara Dadgeha Federalî û wan hewlên ku Parlemena Iraqê dide û cenabê Serok Komar jî ku kerem kiriye li vire, ew jî hewl dide, li ser rûyê hemûyan ve jî Serok Wezîr bi xwe ku pêdagire, hêvîdarîn ev kêşe jî wekî kêşeyên din çareser bibe".
Li bersîva dawî ya pirsiyara amadebûyan da jî di derbarê hêvî û egera wê yekê ku li Rojhilatê Kurdistanê proseyeke aştî li navbera partiyên Kurdan û Komara Îslamiya Îranê de dest pêbike û navberî kirina cenabê wan ya li vî derbarî de, Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: "Li wê beşa ku te behsa cenabê Serok Barzanî kir, ji bo me ew Serok û lêveger û mezine. Dixwazim bixêrhatina we bikim her ji Tehranê ve heta vir hûn hemû bixêrhatine bi ser çavan. Di derbarê me û Komara Îslamiya Îranê, peywendiya di navbera me û Komara Îslamiya Îranê, peywendiyeke dîrokî û wekî ku hûn jî dibêjin ferhengî ye, dîrokiye û herdem me hewl daye, hewl jî didîn ku peywendiya me bi Komara Îslamiya Îranê re baş bê, peywendiya me jî başe. Bêguman hinek kêşe hebûn, nabêjîn dûr bûyîn ji kêşeyan, lê belê ew serdanên ku min sala par li Îranê encam dan û bi berpirsên Îranî û li ser rûyê hemûyan ve cenabê Merceê Komara Îslamiya Îran Ayetulla Xameneyî re rûniştim. Piştî wê me qonaxeke din ya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê li çarçêweya Iraqê da û Komara Îslamiya Îranê de av bûye. Serok Komarê Îranê serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê bi Kurdî axaft, bêguman Kurdiya wî gelek ji Farisiya wî baştire. Carek min pê got ku li Farisî lehceya te heye, lê belê li Kurdî de ewe jî nebû. Got axayê Barzanî Farisiya te jî ji Kurdiya te gelek baştire. Min got ewe jî we ye. Ew serdan hene, lê belê ez bila wekî prensîp bibêjim, yekem ewe ye ku Herêma Kurdistanê çavkaniya gefê nîne û nahêlê axa Herêma Kurdistanê bibê çavkaniya gefan ji bo Komara Îslamiya Îranê. Kêşe heye û bi Iraqê re ew kêşeyên emnî li çarçêweya Iraqê da bi komîteyeke hevbeş ya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraq û Îranê de heta radeyeke zêde hatine çareser kirin. Ew beşa ku cenabê te pirsiyarê kir, tenê dixwazim ewe bibêjim, piştevaniya her çareseriyek dikîn. Lê belê eve pirseke navxweya wan welatane û bi hîç awayekê dest naxîne nav siyaseta navxweya Îranê. Lê belê eger pirsiyar ewe ye gelo eger rolek be bi me bê spartin, encam didîn? Belê encam didîn, lê belê em naxwazin dest bixîne nav siyaseta hîç welatekê dewrubera me. Berpirsiyariya me ya Herêma Kurdistana Iraqe, rûne û eve berpirsiyariya me ye. Li vê çarçêweyê da rola xwe dibînîn, lê belê eger dikarîn li vê pêgeha Herêma Kurdistana Iraqê de, dûpat dikim (Herêma Kurdistana Iraqê), dikarîn yarmetîder bîn ji bo birayên xwe yên li her cîheke din û ew rol bi me bê spartin, bi şanaziyê ve encam didîn."
Li dawiya axaftina xwe de rêzdar got: "Ez dixwazim li dawiyê da spasiyeke taybetî li cenabê Serok Komarê Iraqê Dr Letîf Reşîd bikim ku îro kerem kiriye û hedarê nîşanda û rûnişt gelek spas, her wiha spasiyeke taybetî li Serokê Parlemena Iraqê bikim cenabê Dr Mehmûd El Meşhedanî ku li vir rûniştiye û bi hedarî guh da axaftina min, gelek gelek spas û şanaziyê dikim û gelek bixêrhatin ser çavan. Her wiha spasiyeke taybet jî ji bo cenabê te kek Ziryan, spasiyeke taybetî jî ji bo Rûdaw û bixêrhatina wan hemû mîhvanên rêzdar jî dikim ewên ku ji derve û ji Bexda û ji Îran û Tirkiye û ji Ewrûpa û li her cîhek ve hatine, bi xêrhatin ser çavan".



