
Di sêyem roja Konferansa Asayîşa Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê roja yekşemê 16.02.2025ê bi şandeke Parlamentoya Almanyayê û Wezareta Hevkariya Aborî û Pêşxistina Almanyayê re civiya ku, ji birêz Niels Schmid Berdevkê Karên Derve û koordînatorê Komê di Komîteya Karûbarên Derve ya Partiya Sosyal Demokrat (SPD), birêz Andreas Schwarz Endamê Komîteya Parastinê, birêz Metten Hackverdi Endamê Komîteya Budçeyê û birêz Niels Annin Wezîrê Dewletê yê Wezareta Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî ya Almanyayê pêkhatibû.
Di civînê da tekez li ser pêşxistina peywendiyên Almanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin û di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên navçeyê da danustandina bîr û ramanan kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya bihêztirkirina hevkariyên bi Almanyayê re kir, bi taybetî di warê pêşxistina şiyanên berevaniyê yên hêzên Pêşmerge û parastina aramî û seqamgîriyê.
Endamên şandê rola Herêma Kurdistanê li navçeyê bilind nirxandin, tekez li ser dostaniya Herêma Kurdistanê û Amanyayê kirin, pêdagirbûna Almanyayê bi berdewamiya piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan dan û balkişandin li ser girîngiya berfirehkirina hevkariyên hevbeş di warên geşepêdan û ewlehiyê û pêwîstiya berdewamiya hemahengiyê di rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehiyê da kirin.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa koçber û penaberan û pêkhateyên li Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriyeyê çend mijarên din yên civînê bûn.
