
Nîvroya îro yekşem 25.05.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Hitoshi Ishizuka, Berpirsê nû yê Nivîsgeh ê Konsolxaneya Japonya li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî, digel pêşwazî û pîrozbahiyên ji bo destpêkirina karên wî, hêviya serkeftinê ji birêz Berpirsê nû yê Nivîsgeh ê Konsolxaneya Japonya li Hewlêrê xwest û hemû piştgiriyên aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî, dubare kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî, xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina têkiliyên xwe bi Japonya re nîşan da û îşaret bi derfeta kar û veberhêna Japonî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Birêz herwiha spasiya Japonyayê kir ji bo alîkarî û piştgiriyên li Iraq û Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve birêz Ishizuka dubare kir ku welatê wî bi girîngî li têkiliyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dinêre û xwaziyar e ku di warên cihê cihê de bi alîkariya hevbeş pêşve biçe, herwiha kurteyek di derbarê çalakiya kompanyên Japonî li Herêma Kurdistanê û bernameyên karên wan pêşkêş kir.